BI DÎMEN

Siyasetmedarên Başûrî: Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Saddam be

Siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî, Dr. Haşim Zebarî, Dr. Kamûran Berwarî li Zergelê, komkujiya ku balafirên artêşa Tirk pêk anî li cih lêkolîn kirin.

Siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî, Dr. Haşim Zebarî, Dr. Kamûran Berwarî li Zergelê, komkujiya ku balafirên artêşa Tirk pêk anî li cih lêkolîn kirin. Siyasetmedaran ji ber êrîşan dewleta Tirk mehkûm kirin û gotin, "Gerîlayên Kurd ji Torosan heta Rojhilatê Kurdistanê çiyayên Dalaho, Şaho, ji Dêrsimê heta Zagrosan û çiyayên Başûrê Kurdistanê li her cihî hene. Heta ku gelê Kurd negihêje mafên xwe yên rewa, demokratîk û însanî, gerîlayên Kurd wê ji çiyê danekevin. Bila dewleta Tirk xeyalan nebîne."

MIHEMED EMÎN PENCEWÎNÎ: Beriya niha dema ez hatibûm vê derê, min li vê mala hatiye hilweşandin isrehet kiribû, xwarin xwaribû. Jina li vê malê şehîd ket, ji me re mast anîbû. Her kesên li vî gundî li ser karê xwe bûn, debara xwe dikirin. Hikûmet û artêşa Tirk ev der kirine xirbe, hilweşandine.

Di salên 1960'î de ez pêşmergeyê Partiya Komunîst a Iraqê bûm. Cihê pêşmergeyan li vî gundî hebû. Ez û hevalên xwe li derdora vî gundî diman. Balafirên şer ên dewleta Iraqê, bi hinceta ku Mola Mûstafa Barzanî li vî gundî dimîne, bi tenê derdora gund bombe kirin. Hikûmeta faşîst a Erdogan ku behsa demokrasî, şaristanî û zanistiyê dike, tê û malên gelê Kurd bi ser wan de dirûxîne. Me dît ku gerîlayên PKK'ê ne li vî gundî ne. Gerîlayên Kurd ji Torosan heta Rojhilatê Kurdistanê çiyayên Dalaho, Şaho, ji Dêrsimê heta Zagrosan û çiyayên Başûrê Kurdistanê li her cihî hene. Heta ku gelê Kurd negihêje mafên xwe yên rewa, demokratîk û însanî, gerîlayên Kurd wê ji çiyê danekevin. Bila dewleta Tirk xeyalan nebîne.

Hemû welat û her kes dizane ku PKK ne sûcdar e. Li xaka Tirkiyeyê têdikoş e. PKK li bajarên weke Enqere, Stenbol, Dêrsim, Amed û bajarên din têkoşîna siyasî û çekdarî dimeşîne. Lê belê dewleta Tirk ji bo hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê bitirsîne û ya xwe bi wan bide kirin, êrîş dike.

DR. HAŞIM ZEBARÎ: Dîtina vê felaketê, em gelekî êşand. Balafirên rejîma Tirk, bi bahaneya lêdana PKK û gerîlayên HPG'ê, gundê Zergelê bombe kirin. Li vê xaka pîroz a Qendîlê, li vê xaka xwîna gelê me yê Bakur û Başûrî lê rijiya ye, em dixwazin ji her kesî re bêjin, ji dewleta Tirk û Erdogan ên pêvajoya çareseriyê bi dawî kirine re bêjin; ev êrîş wê gerîla û pêşmergeyên Kurd hîn bêhtir nêzî hev bikin. Em ê êrîşên li vir bibin ber destê dadgeha şer a navneteweyî. Komkujiyên li ser gelê me yê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava wê me li hev bicivîne. Ji bo aştiyê em destê xwe dirêjî her kesî dikin. Ti tişt nikare gelê Kurd ji holê rabike, nikare Kurdan ji armanca xwe vegire. Balafirên şer ên rejîma Erdogan li vî gundî zarok, jin, mêr, extiyar mirovên me qetil kirin. Lê belê ev komkujî wê bibe sembola yekîtiya gelê Kurd. Bila her kes, Erdoganû rejîma wî vê bizanibe.

DR. KAMÛRAN BERWARÎ: Ez li ser navê KNK'ê vê komkujiyê vê êrîşa dewleta Tirk bi tundî şermezar dikim. Ji mirovên me yên bê guneh ên şehîd ketin re dibêjim rehma Xwedê lê be, cihê wan cinnet be. Weke KNK em ê vê komkujiyê bibin ber destê platformên navneteweyî, Lahey û dadgehên din. Ev yek berpirsyariya me endamên KNK'ê ne. Ev êrîş, qetilklirina xwezaya Kurdistanê, tinekirina hemû zindiyan e. Ji ber vê yekê di serî de Neteweyên Yekbûyî, pêwîste hemû hêzên navneteweyî û rêxistinên hawirdorê vê bibînin. Divê dewleta Tirk ji ber komkujî û qirkirinê bê darizandin. Erdogan û Davûtoglû ji bo berjewendiyên xwe ev êrîş dan destpêkirin. Gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê naxwazin xwîn birije. Yên ji bajarên Tirk hatin û Başûrê Kurdistanê bombe kriin, bila vê bizanibin ku gelê Kurd bi tenê nîne. Davûtoglû û Erdogan wê werin darizandin. Divê gelên Tirkiyeyê jî vê bibînin. Erdogan, mîna Saddam Huseyîn ji bo kursiya xwe dawî li pêvajoya çareseriyê anî û dest bi êrîşan kir. Ev ê li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Erdogan pêvajo kir qurbanê kursiya xwe. Çawa ku Saddam Huseyîn li Helepçeyê kîmyasal bi kar anî, Enfal kir û êrîşî Qûweytê kir û bi vî rengî dawî li xwe anî, aqûbeta polîtîka û êrîşa Erdogan al i hemberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê wê bibe mîna ya Saddam Huseyîn. Careke din em bang li hemû nûnerên KNK, demokratan, dostên Kurdan, siyasetmedar, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên hawirdorparêziyê dikin, ku li hemberî sûcên dewleta Tirk kiriye û dike, bikevin nava tevgerê û li dadgehên navneteweyî mehkûm bike.

...