Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Ozlu li Katoyê hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Cemal Ozlu (Yilmaz Mamxurî) di şerê Şaxê de jiyana xwe ji dest da li Şehîdgeha Kurtay Faraşînê ya li çiyayê Katoyê hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cemal Ozlu (Yilmaz Mamxurî) yê 31'ê Tîrmehê li çoltera navçeya Şaxa Wanê di şerê navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da li Şehîdgeha Kurtay Faraşîn a li çiyayê Kato Elkê ya Şirnexê hat oxirkirin. Gelek welatî tevlî merasîma cenazeyê gerîla Ozlu bûn. Piştî ku cenazeyê Ozlu ji hêla Fermandariya HPG'ê ya Kato Jîrkî radestî malbatê hat kirin bi tevlîbûna gelek welatiyan birin şehîdgehê. Rêveberê MEYA-DER'ê yê Elkê Alî Akdag di merasîmê de axivî û diyar kir ku bi hezaran ciwan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Akdag anî ziman ku ew ê têkoşîna cangoriyan bidomînin.
Li ser navê maşbatê Nîhaî Ozlu jî di merasîmê de axivî û wiha got: "Ev ne şehîdê destpêkê û ne jî şehîdê dawiyê ye. AKP ji bo Tevgere Azadiya Kurd têk bibe, hewl dide bi destên çeteyên DAIŞ'ê komkujiyê li ser Kurdan bimeşîne. Ew ê li hemberî berxwedana şervanên Kurd têk biçin."
Piştî axaftinan cenazeyê gerîlla Ozlu li şehîdgehê hat oxirkirin.