YBŞ'ê banga tevlîbûna berxwedana pîroz li ciwanên Êzidî kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) destnîşan kir ku berxwedana wan bi felseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ruhê Derwêş û Edûlan dimeşe û banga tevlîbûnê li keç û xortên Êzidî kir.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, ji ber salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand, komkujî şermezar kir û bibîr xist ku beriya salekê, ji ber xwe kişandina pêşmergeyan ji Şengalê, civata Êzidî bi jenosîdekê re rû bi rû maye.

Fermandariyê ragihand ku bi destpêkirina êrîşên tinekirinê re civata Êzidî careke din berê xwe daye stargeha xwe çiyayê Şengalê û da zanîn, ku piştî çiya ji aliyê çeteyan ve hat dorpêçkirin, wan bi îlana hêzên YBŞ'ê re bersiv dane dane vê qirkirinê.

YBŞ'ê da zanîn ku bi alîkariya hêzên YPG/YPj û gerîlayên HPG û YJA STAR'ê re gelê Şengalê ji jenosîdê hatiye rizgarkirin û heta roja îro bi awayekî rêxistinbûyîneke zanistî berxwedaneke bêhempa tê meşandin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku di nava berxwedana salekeê de 17 şervanên YBŞ/YPJ-Ş, 49 gerîlayên HPG/YJA STAR û 90 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane û got, "Em van şehîdên Berxwedana Şengalê û rizgarkirina gelê Şengalê hemûyan wekî şehîdên xwe dibînîn û soza bicihanîna armancên wan didin û dibêjîn heya çeteyek hov û xayîn li ser vê xakê bimînin, em ê tekoşîna xwe her roj bi riheke fedaiyane û bi felsefeya Apoyî bilind bikin û bi rihê Derwêş û Edulan bimeşînin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Şengalê êdî xwe bi awayekî zanistî bi rêxistin kirine û gihaştine asta xwe parastina rewa û hat gotin, ,"Ji niha û şûn ve li kîjan herêmên Kurdistanê êrîşên li ser gelê kurd û mirovahiyê bibin, em weke YBŞ/YPJ-Ş amadene li her cihî rûmeta gelê xwe û mirovahiyê bi parêzin."

Fermandarê diyar kir ku bi berxwedana wan re ew ê çeteyan ji xaka pîroz a Êzidîxanê derxînin û di serî de keç û xortên Êzidî bang li her kesî kir, ku ichê xwe di nava vê berxwedana rûmetda mirovahiyê de bigirin.