KJK: Êrîşên bê sînor ên AKP’ê wê vegerin dewletê - HAT NÛKIRIN
Koordînasyona KJK’ê ya komkujiya Zergelê şemezar kir got: "Êrîşên AKP’ê yên bê sînor û di nav hêrsê de di encam de wê careke din vegerin nav dewletê.”
Koordînasyona KJK’ê ya komkujiya Zergelê şemezar kir got: "Êrîşên AKP’ê yên bê sînor û di nav hêrsê de di encam de wê careke din vegerin nav dewletê.”
Koordînasyona KJK’ê ya têkildarî komkujiya Zergekê daxuyanî da got: “Dewleta TC û hikûmetên wê her ku li Kurdan dane hê zêdetir bê îrade û zeîf bûne. Her hikûmeta desteka Kurdan li pişt xwe nedîtine di encam de zeîf bûye û bi tinebûnê re rû bi rû hatiye. Êrîşên AKP’ê yên bê sînor û di nav hêrsê de di encam de wê careke din vegerin nav dewletê.”
Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku li ser komkujiyên AKP’ê yeka din zêde bûye, bi bombekirina gundên Qendîlê re careke din rûyê xwe yê faşîst û qetlîamker nîşan daye.
KJK: Êrîşên bê sînor ên AKP’ê wê vegerin dewletê
Koordînasyona KJK’ê ya komkujiya Zergelê şemezar kir got: "Êrîşên AKP’ê yên bê sînor û din av hêrsê de di encam de wê careke din vegerin nav dewletê.”
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi aciziya ku di hilbijartinan de winda kiriye li pey hev êrîş berdewam kirine û got: “Ji aliyekî ve ku bi Rêberê me Abdullah Ocalan re hevdîtinan qut dike bi vî awayî pêvajoya çareseriyê qedandiye. Ji aliyê din ve jî li hember welatparêz û şoreşgerên Tirkiyeyê înfazên bê darz, girtinên keyfî, êrîş li hember hevserokên HDP’ê û wekîlan yên bi hilbijartinên meşrû bi awayekî legal hatine hilbijartin hatine vekirin. Girtina enazeyên gerîlayên şehîd bi rojan li deriyê sînor ê Tirkiyeyê û komkujiya Pirsûs-Zergelê pêk hatiye. Ev hemû bi awayekî zelal tengasî û bêçaretiya AKP’ê nîşan dide.
Hê jî xwîna komkujiya Pirsûsê ziwa nebûyî vê carê jî AKP’ê bêyî ku bibêje zarok, jin û pîr bi hovîtî li Qendîlê êrîşî gundên ku sivîl lê dijîn. Ev yek carek din jî nîşan dide ku armanca AKP’ê înkar û tinekirina gelê Kurd hedefgirtiye û carek din jî daniye hole.”
Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku dîroka têkoşîna azadiyê pir baş nîşan daye ku hemû êrîşên xwînxwar ên AKP’ê pêk anî wê bê encam û binketî bin. Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku kengî Dewleta û Hikûmeta Tirk li hemberî gelê Kurd derbasî şerê topyekûn bibe, li hemberî vê jî gelê Kurd û gerîlayan bi berxwedaneke topyekun a mezintir û mezinbûnê bersiva wan daye.
Koordînasyona KJK’ê got, “Bersiva her windahiyek, her girtinekê qat bi qat hatiye dayîn û têkoşîna me ji her demê zêdetir pêş ketiye. Diyalektîka têkoşîna me tim bûye ev” Her wiha da zanîn ku trenda Kurd-Tirk di nava diyalektîka dîrokê de tim bi hev re bilind bûye û daketiye.
Koordînasyona KJK’ê bilêv kir ku di rastiyê de her dema ku dewleta Tirk li Gelê Kurd û têkoşîna azadiya gelê Kurd dixe, li xwe dixe, di her aliyê de xwe marjînal û biçûk dike. Koordînasyona KJK’ê wiha dewam kir: “Her hikûmeta desteka Kurdan li pişt xwe nedîtine di encam de zeîf bûye û bi tinebûnê re rû bir û hatiye. Êrîşên AKP’ê yên bê sînor û din av hêrsê de di encam de wê careke din vegerin nav dewletê. Diyar e ku hikûmeta AKP’ê jî dixwaze zimanê şîdet û zextê li ser me bide bikaranîn û dixwaze xwe carek din biceribîne. Lê asta zanebûn û asta azadiyê ya gelê Kurd hatiyê qat bi qat ji yên salên 90’î derbas kiriye. Carekî din qet bi ti şêweyî gelê Kurd bê nasname, ziman û welat nikare were hiştin. Ti kesekî Kurd êdî jiyana koletî wê qebûl neke. Ferdê Azad ê Kurd li derdora felsefe û hizrê jiyanê yê Rêber Abdullah Ocalan çêbûye. Ferdê Azad ê Kurd êdî wê nikaribe bêyî xweparastina xwe bijî. Bi awayekî bi rûmet û serbilind di nava malbata mirovahiyê de, wê bi awayekî xurt cihê xwe bigire.
‘ÊRÎŞAN NIYETA RAST A PDK’Ê PIR AŞKERA DANIYE HOLÊ’
Herî dawiyê li gundê Zergelê qetilkirina 9 welatparêzên me û birîndarkirina bi dehan ew qasî di berpirsyariya AKP’ê ye ewqasî jî di berpirsyariya PDK’ê heye. Êrîşên ku li ser bingeha tifaqa AKP-PDK’ê têne kirin niyeta rast a PDK’ê datîne holê. Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî weke AKP’ê ji bo parastin û xurtkirina desthilatdariya xwe destûr ji bo êrîşên hewayî daye.”
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku Barzanî xurt bûn û mezinbûna PKK’ê ji xwe re weke tehdîtê dibîne û ji ber wê yekê ji bo lewazkirina tevgera azadiyê di nava her cure hevkariyên qirêj de ye û got, “Lê ev planên Barzanî yên ku gelê xwe qetil dike teşhîrbûna xwe jî bi xwe re aniye. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe yên li hemberî PDK’ê û Mesûd Barzanî bi çalakiya pir vekirî anîne ziman. Gelê Başûrê Kurdistanê jî êdî ne tenê pêşketinên li parçeyê xwe, pêşketinên li hemû Kurdistanê dişopîne. Rizgariya rast a Kurdan dema bi hemû parçeyên din re dema bi ruhê yekîtiyê tevger bikin re derbas dibe. Eger PDK û Mesûd Barzanî nexwazin vê fêm bikin jî herî dawiyê gel ev yek di bûyerên Şengal, Kerkûk û Kobanê de pir baş fêm kiriye.
Em van êrîşên hikûmeta AKP’ê ya bi hevkariya PDK’ê pêk anî bi tundî lanet dikin. Ji malbatên kesên şehîd ketine re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfayên xêrê dixwazin. Her wiha bi navê gelê Kurd û hemû jinên ku têkoşîna azadiyê bi jinên Kurd re dimeşînin re soza berxwedana xwe bilindkirinê û teqez serketinê didin.”