Ozdemîr û Ozevîn hatin bîranîn

Li Êlihê Sedat Ozevîn, Sadî Ozdemîr, Salih Ozdemîr û Sidik Ozdemîr ên di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Li Êlihê Sedat Ozevîn, Sadî Ozdemîr, Salih Ozdemîr û Sidik Ozdemîr ên di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Parêzer Sedat Ozevîn ê demekê serokatiya baroyê ya Êlihê kiribû, Sadî Ozdemîr ê ÎHD’yî, Salih Ozdemîr ê demekê rêveberiya HADEP’ê kiribû û birayê wan Sidiq Ozdemîr ku di heman wesayîtê di encama bombeya li rê hatibû danîn jiyana xwe ji dest dan, di pêncemîn salvegera xwe de li ser gora xwe hatin bîranîn. Di bîranîna ku ji aliyê malbatên Ozevîn û Ozdemîr de hat organîzekirin de, birayê Ozdemîr, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, Dayikên Aştiyê, rêveberên ÎHD, HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî bûn.

Di merasîma cenazeyê yê li gundê Demîrbîlek û Goristana Asrî hat lidarxistin de, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan da zanîn ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de gelek berdêl hatine dayîn û got, “Me gelek hevalên xwe yên hêja di vî şerî de winda kirin.” Birayê Sedat Ozevîn Bariş Ozevîn jî got, tenê ez dixwazim dawî li vê konsepta şer a xistine dewrê bê anîn.

Bîranîn bi qerenfîl danîna ser goran bi dawî bû.