Bîrdariya ji bo Sakîne Cansiz bi merasîmekê hat vekirin
Ji aliyê pêkhateyên KJA’yê ve Bîrdariya li ser gora Sakîne Cansiz (Sara) a yek ji 3 jinên şoreşger a li Parîsê hat qetilkirin li Goristana Asrî ya girêdayî Şaredariyê bi merasîmekê hat vekirin.
Ji aliyê pêkhateyên KJA’yê ve Bîrdariya li ser gora Sakîne Cansiz (Sara) a yek ji 3 jinên şoreşger a li Parîsê hat qetilkirin li Goristana Asrî ya girêdayî Şaredariyê bi merasîmekê hat vekirin.
Ji aliyê pêkhateyên KJA’yê ve bîrdariya li ser gora Sakîne Cansiz (Sara) a yek ji 3 jinên şoreşger a li Parîsê hat qetilkirin li Goristana Asrî ya girêdayî Şaredariyê bi merasîmekê hat vekirin. Heyeta ku Hevseroka HDP’ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî têde cih girtin qerenfîl danîn ser gorên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Pêkhateyên KJA’yê ji bo yak ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ya 9’ê Çileyê li paytexta Fransa Parîsê bi nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez re hat qetilkirin li Goristana Asrî ya Şaredariya Dêrsimê li ser gora wê bîrdariya hatibû çêkirin hat vekirin. Ji Êlih û Amedê gelek kes tevlî bûn.
Piştî rêzgirtina li ser gora Cansiz, heyetê serdana gorên Cansiz û gerîlayên HPG/PKKê, Partîzan û şervanên YPG/YPJ’ê kir û qerenfîl danîn ser gorên wan. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn piştî serdana goran axivî û sersaxî ji malbata kesên ku li gundê Zergelê yê Qendîlê jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şîfayên xêrê xwest.
Altûn diyar kir ku wek gelên bindest gelek êş kişandine û got, “Me zanî em li ber xwe bidin û em hê jî li ber xwe didin. Dîrokê Sakîne Cansiz û 2 şopînerên wê winda kir. Xwestin ku Têkoşîna Azadiya Jinan di kesayeta pêşeng Sakîne Cansiz de tine bihesibînin. Eger tê xwestin têkoşîna 40 salan a gelekî tine bê hesibandin, helbet bersiva vê îro li Rojava ye.”
‘HEVRÊYA ME SAKÎNE NÎŞANA BERXWEDANÊ BÛ’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî got ku, kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane ji wan re gotine jiyana bi serbilindî ji serî tewandina ji salan pîroztir e û got: “Dawiya kujer û zaliman tine ye. Kişanak diyar kir ku Îro her kes navê Esat Oktay ê dixwest li zîndana Amedê saltanatiyê bimeşîne bi lanet bibîr tîne. Lê navê Cansiz îro ji aliyê milyonan ve weke nîşana azadiyê tê bîranîn. Kişanak got, “Hevrêya me Sakîne ji bo me nîşana berxwedanê bû.”
‘EM Ê BI HEZARAN BÊN DINYAYÊ’
Xwişka Cansiz Ferîde Cansiz jî bi zehmetî ku diaxivî got: “Ez çi ji bo xwişka xwe bêjim jî wê kêm dimîne. Ji ber wê yekê ez naxwazim zêde baxivim.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku Cansiz, sembola jinên li ber xwe dide û her ku li ber xwe dide azad dibe ye. Yuksekdag wiha dewam kir, “Cewhera me di kesayeta me û hemû nirxên me de ye. Ew cewher ew qasî saxlem e ku li çiyayan û deştan di her qadên jiyana me de canên me yek û yek ji me distînin, em jî hezar hezar tên dinyayê.”
Piştî axaftinan hunermend Mîkaîl Aslan û Hozan Serdar kilamên xwe yên ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çêkirin gotin, loqum hatin belavkirin. Piştî bîranîna li goristanê li Qada Seyîd Riza pêşangeha wêneyên Cansiz û sînevîzyona Cansiz vedibêje hat pêşandan.