Eskîşehîr, Îdir, Mûş: 12 binçavî, 2 girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê bê navber didomin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê bê navbera didomin. AKP bi hincetên vala her roj bi dehan kesan digire û binçav dike. Li Eskîşehîrê 12 ciwan hatin binçavkirin, li Îdir û Mûşê 2 kes hatin girtin.

ESKÎŞEHÎR

Li Eskîşehîrê polîsan îro bi ser gelek malan de girtin û 12 kes bi îdîaya endamên YDG-H’ê ne binçav kirin.

Hikûmeta AKP’ê ku pêvajoya çareseriyê qedand pêla binçavkirinên qirkirina siyasî didomîne. Li Eskîşehîrê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de 12 kes bi îdîaya endamên YDG-H’ê ne hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Eskîşehîrê.

ÎDIR

Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Navendî Fîncan Gungor a di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hat binçavkirin hat girtin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Navendî ya Îdirê Fîncan Gungor duh di seatên serê sibê de di encama serdagirtina malê de ji hêla polîsan ve hatibû binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Mdiûriyeta Polîsan a Îdirê bi dawî bû îro derxistin dozgeriyê. Dozgerî bi daxwaza girtinê Gongur sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi hinceta “endama DEM-GENÇ'ê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Erziromê.

MÛŞ

Ciwanê bi navê Fatîh Yilmaz ê Yenîmahalle ya navçeya Kopê ya Mûşê hat binçavkirin piştî midûriyeta polîsan birin dozgeriyê. Yilmaz bi daxwaz girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza hat kirin bi îdîaya, “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.