'Tabûrên destwerdanê' yên HPG'ê bûn hêvî
Ji ber reva pêşmergeyan a di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê de, gel bê hêvî ma. Bi vê psîkolojiyê re gelek Êzidî teslîmî çeteyên DAIŞ'ê bûn; yên teslîm bûn di cih de hatin qetilkirin.
Ji ber reva pêşmergeyan a di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê de, gel bê hêvî ma. Bi vê psîkolojiyê re gelek Êzidî teslîmî çeteyên DAIŞ'ê bûn; yên teslîm bûn di cih de hatin qetilkirin.
Ji ber reva pêşmergeyan a di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê de, gel bê hêvî ma. Bi vê psîkolojiyê re gelek Êzidî teslîmî çeteyên DAIŞ'ê bûn; yên teslîm bûn di cih de hatin qetilkirin. Di nava vê rewşa reş û tarî de, yên ku hêviya gel ji nû ve zindî kirin, bi berxwedana lehengî ya li refên pêş re pêşengî ji her kesên berxwedêr kirin gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên YPG/YPJ'ê bûn. Bi taybetî heman piştî dagirkeriyê, "tabûrên destwerdanê" yên ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ve hatin şandin, hem rêveçûna berxwedanê, hem jî vînbûyîna gel diyar kirin.
Di dema dagirkirina Şengalê de hêzên gerîla yên li Şengalê yên bi xeteriyê hesiyan, bi rêya telefonê agahî da Biryara Navenda Parastina Gel û hêza alîkariyê xwestin. Li pêşberî vê yekê Fermandarê Biryargeha HPG'ê Mûrat Karayilan, du tabûrên destwerdanê şand. Karayilan diyaloga xwe ya bi hêzên gerîla yên li Şengalê re di hevpeyîveke xwe ya bi ANF'ê re bi vî rengî vegotibû: "Di sibeha 3'ê Tebaxê saet di 09:00 de ji me re ragihandin ku Şengal bi felaketekê re rû bi rû ye. Pêşmerge piştî ku di 2'ê Tebaxê de hinekî şer kir, di 3'ê Tebaxê de xwe vekişandibûn û gel bi awayekî komî direviya. Ev 8 meh in telefonê bikar nînim, lê belê ji ber giraniya rewşê ez bi rêya telefonê bi hevalan re axivîm. Min ji wan re got, 'Eger em li vê derê tabûrê ava bikin, hûnê karibin li wir pêşwazî bikin?' Gotin 'Erê, em ê karibin bikin'. Me ev axaftin saet di 09:00 de kir û saet di 11:00 de tabûr bi rê ket. Ev tabûr ên destwerdanê bûn."
PARIYEK NAN, DILOPEK AV...
Tevî ku çar aliyên Şengalê ket destê çeteyên DAIŞ'ê jî, di roja sêyemîn a komkujiyê de ji hewayê ve alîkariyê destpê kir. Ji fermandarên YBŞ'ê Memo Mêrdîn rexne kir ku tevî ewçend teknîka pêşketî alîkarî zûtir nehat kirin û got, "Heta roja sêyemîn a komkujiyê bi sedan dewletên xwedî tank û balafiran, ti alîkarî nedan vî gelî. Di roja sêyemîn de ji hewayê hinek erzaq avêtin. Ev erzaq jî ji ber ku ji jorê ve avêtin piraniya wan şikestin û belav bûn. Ji bo wergirtina pariyek nan, dilopek avê, gel êrîşî erzaqê parçebûyî dikir. Heta korîdor hat vekirin, ne vê erzaqê, çend bîrên avê û bexçeyên li çiyê, gel xilas kirin. Naxwe wê gelek şehadetê çêbibûya. Êdî zarok ji nêza digiriyan. Tevî vê, cesedên mirovan jî zêde bûbûn. Heywanan cesed dixwarin. Ji ber ku hejmara me gelekî kêm bû, me nikarîbû wan binax bikin. Gel jî ji ber ku ji nêza û tîbûnê nikarîbû xwe bilivanda, wan jî nikarîbû alîkariyê bidin me. Hin jê li nava zinarên Şengalê asê mabûn; ne dikarîbûn gavekê bi pêş ve ne jî bi paş ve biavêtina. Li cihê lê bûn li benda mirinê bûn. Komkujiyê di nava gel de rê li ber şikestineke mezin vekir, hêvî şikand. Hin ji wan ji ber ku hêviya wan nemabû, teslîmî çeteyan bûn. Çeteyan jî ew qetil dikirin."
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di vê demê de derket holê. Êzidî, ji bo parastina gel û cihên xwe yên pîroz rahiştin çekan. YBŞ bi berxwedana xwe re ji bo civata Êzidî bû hêvî.
KORÎDORA ÎNSANÎ YA BI BERXWEDANÊ HAT VEKIRIN
Ji bo rizgarkirina mirovên piştî komkujiyê xwe gihandin Çiyayê Şengalê û lê asê man, "tabûrên destwerdanê" yên HPG'ê û şervanên YPG/YPJ'ê berê xwe dan çiyê. Di encama berxwedana lehengî de ji bo gelê li Çiyayê Şengalê bigihêje Rojava, korîdora însanî hat vekirin. Karê veguhastinê yê di 8'ê Tebaxê de destpê kir, heta 18'ê Tebaxê dewam kir. Nêzî deh hezaran Êzidiyan çûyîn red kirin û xwestin li ser xaka xwe bimînin.
Serxwebûn Cevahîr bi vî rengî behsa vekirin û parastina korîdora însanî kir: "Ji bo şikandina êrîşên çeteyan û vekirina korîdorê 60 hevalên me yên YPG'yî şehîd ketin. Tevî vê yekê hevalên me di binê tîna dijwar a rojê de bi saetan man û ji bo pêşî li êrîşên çeteyan bigirin, kemîn datanînin. Eger em neçûbûna cem wan û ava cemidî li serê wan nekiribûna, gelek ji wan wê şehîd biketibûna. Bi ruhekî bi vî rengî yê fedaî şer dikirin. Her wiha ji ber ku xwarin têra gelê ji korîdora însanî derbas dibû nedikir, hevalên me bi tenê av vedixwarin. Bi hêzên gerîla yên hatî re hem me bersiv didan pêwîstiyên gel, hem me hewl dida gel bibihîne cihên ewle, hem jî li 25 cihên cuda yên Çiyayê Şengalê me mewzî çêdikir."
HATINA GERÎLA HÊVÎ AFIRAND
Gerîlaya YJA STAR'ê Nêrgiz Şewêşkê ya di nava "tabûra destwerdanê" de gihaşt Şengalê, ya ku dît bi vî rengî vegot: "Dema em gihaştin Şengalê, rewşa ku min dît, pê şoq bûm. Cenazeyên gel li erdê bûn û yên sax jî ji bo bijîn li ber xwe didan. Komên me cenaze radikirin. Li aliyê din jî alîkarî dida mirovên tî û birçî. Wekî din ji korîdorê mirovên li çiyê derbasî Rojava dikirin. Tevî vê êrîşên çeteyan dibûn. Me gel ji van êrîşan diparastin û li hemberî çeteyan me şer dikirin. Piştî ku me xwe gihand Çiyayê Şengalê, di nava gel de hêviyeke mezin afirî. Gel ew perdeya mirinê ji ser xwe diavêt."
Ji fermandarên "tabûrên destwerdanê" Serhat Efrîn jî got, "Di 5'ê Tebaxê de em gihaştin Çiyayê Şengalê. Dema em hatin DAIŞ li her devera Şengalê bû. Di navbera DAIŞ û çiyê de 200 metre mabû. Me hem gel diparast, hem jî xwest gel tavilê ji Şengalê derxînin. Ji ber ku bi hezaran malbat hebûn. Hingî li çiyê komek hevalên me û YBŞ hebû. DAIŞ amadekariya êrîşê dikir. Gundên 'Kayê Berzan' û 'Dîgurê' yên 200 metre dûrî çiyê, çeteyan dagir kiribûn. Ev yek jî derbasbûna gel ji korîdorê dixist xeteriyê. Hevalan Gundê Dîgurê rizgar kirin. Me jî bi azadkirina Kayê re ev xet azad kirin. Dûre dema me xwe gihand çiyê, gava min gelê li Geliyê Kersê dît ez gelekî pê bandor bûm. Bi çavên bi hêvî em pêşwazî kirin. Di her çavên li me dinêrî de me hêvî û kêfxweşî didît. Dûre li 25 cihên cuda me mewzê amade kir û ji bo perwerdeya xwe parastinê ya civata Êzidî me akademiyên xwe parastinê vekir."
LI GORÎ AMERÎKA PÊWÎSTÎ BI XWARINÊ NÎNE!
Deh roj piştî komkujiyê komek ji pêşmergeyan û leşkerên Amerîkayê hat Çiyayê Şengalê û gotin ku ew ê gel biparêzin. Lê belê gel ev koma pêşmerge nexwest. Gel dixwest ev koma hatiye ji Çiyayê Şengalê derkeve. Bi destwerdana gerîla re, koma pêşmerge li çiyê ma. Rayedaren Amerîkî ji ber ku komeke mezin ji çiyê hatin derxistin gotin, êdî pêwîstî bi alîkariya însanî nîne. Lê belê hînê li Çiyayê Şengalê zêdeyî deh hezar mirov dijiyan. Ev ne xema hêzên koalîsyonê bû; karê wan qediya bû.
HÊVYA JINÊN ÊZIDÎ
Mîna gerîlayên HPG'ê û şervanên YBŞ'ê, hebûna gerîlayên YJA STAR'ê bi awayekî aktîf di berxwedana Şengalê de, ji bo jinên Êzidî bûbû hêvî. Gerîlayên YJA STAR'ê yên ji aliyê jinên Êzidî ve bi baldarî hatin pêşwazîkirin, ji bo keçên Êzidî 'Akademiya Şehîd Xanê' vekirin. Ji fermandarên YJA STAR'ê Berfîn Nûrhak di hevpeyvîneke xwe ya ji bo RojNewsê de bi vî rengî behsa vê xebata xwe dikir: "Di destpêkê de ji bo rizgarkirina bi hezaran keçên me yên ciwan ên dîl ketin destê çeteyan me dest bi xebatê kirin. Bi Akademiya Şehîd Xanê re me perwerdeya xwe parastinê dan jinên Êzidî yên bê rêxistin û bê parastin... Ev yek jî parçeyek ji berxwedanê ye. Afirandina civata jinên rêxistinbûyî, li dijî xeteriyan wergirtina tedbîran e."
JI BER TINEBÛNA YEKÎTIYÊ KORÎDOR HAT GIRTIN
Di 26'ê Îlonê de li hemberî gundê Dîgurê yê gerîla û hêzên YBŞ'ê lê bûn û li hemberî korîdora alîkariya însanî ya ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve dihat parastin, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş kirin. Li hemberî vê êrîşê hêzên gerîla bi awayekî aktîf li ber xwe dan. Di encama berxwedana çar rojan a hêzên gerîla de çeteyan windahiyeke giran dan. Li gundê Dîgurê ku 103 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, hêzên gerîla 'destaneke' mezin nivîsandin. Piştî ku korîdora alîkariya însanî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, berxwedanê 4 rojan li Dîgurê dewam kir. Lê belê ji ber ku ti komê û hêzên pêşmerge alîkarî nekir, di şerê giran de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û hêzên gerîla xwe vekişandin quntarên Çiyayê Şengalê. Piştî ku korîdora alîkariya însanî û gundê Dîgurê ketin destê çeteyan, Çiyayê Şengalê ket nava dorpêçiya çeteyan.
Ji fermandarên YPJ Şengal Hêlîn Êzidî ku yek ji fermandarên wî şerî bû, der barê berxwedana 4 rojan de ev agahî da: "Bi hatina Şengalê re di nava koma li Gundê Dîgurê de bûm. Li cem me civatên Êzidiyan diman. Gundê Dîgurê ewlekariya korîdorê dikir. Roja 26'ê Tebaxê ji xeta Rebîa heta Şîlo, çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin. Me jî 4 rojan li Gundê Dîgurê li ber xwe dan. Li vî gundî şev û roj şerekî dijwar qewimî. Armanca me ew bû ku gund nekeve destê çeteyan. Ji ber ku ev korîdor ji bo mirovên li Çiyayê Şengalê rêya jiyanî bû. Şer û berxwedan bê navber dewam kir. Di 27'ê Tebaxê de civatên li cem me dest ji berxwedanê berdan. Li cem me bi tenê çend gerîla man. Bwerxwedanê çar rojan, heta danê nîvro yê 29'ê Tebaxê dewam kir. Di vê berxwedanê de hevalekî me û di şerê li korîdorê de jî sê hevalên me şehîd ketin. Ji ber nebûna cebilxaneyê û nebûna desteka pêşmerge û civatên Êzidî yên li Şengalê, em neçar man xwe ji Dîgurê vekişînin. û korîdor ket destê çeteyên DAIŞ'ê.