Sezaî Yaşar û Ahmet Yaşar ên birayên hev, ku li Agirî tevî Mîrzeydîn Gokturk (Mervan Axçar) ê HPG'yî li Agirî hatin qetilkirin, li Giyadînê ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Di axaftinên li merasîmê de hat ragihandin ku AKP û Erdogan her roj serî li komkujiyên nû didin û banga "li dijî şer em aştiyê bi rêxistin bikin" hat kirin.
BI HEZARAN KES BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛN
Cenazeyên du birayan Sezaî û Ahmet Yaşar ên roja bihurî li taxa Sitkiye ya Agiriyê ji aliyê tîmên taybet ve li malekê bi gerîlayê HPG'ê Mirzeydîn Gokturk (Mervan Axçar) re înfaz kirin hatin definkirin. Berî merasîma cenazeyan esnafên Giyadînê dikanên xwe girtin û cenaze li ser rêya Giyadîn û Agiriyê pêşwazî kirin û anîn ber avahiya DBP'ê ya navçeyê. Cenaze bi tevlîbûna hezaran kesan bi dirûşemeyan birin goristana Ketanpinarê. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn axaftin hatin kirin.
Parlementerên HDP'ê M. Emîn Adiyaman, Dirayet Taşdemîr, Berdan Ozturk û M. Emin Îlhan û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Nûnerê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga yê ku di 11'ê Nîsanê de li Çiyayê Tendûrekê di provokasyona leşkeran de birîndar bû axaftinekî kin kir. Îlboga diyar kir ku dewleta AKP'ê bi komkujiyan bersiva pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin da.
'LI HEMBERÎ ŞER EM AŞTIYÊ BI RÊXISTIN BIKIN'
Parlementera HDP'ê Dirayet Taşdemîr jî axaftinek kin kir û wiha got: "Ev birayên me bê çek bûn. Min heval Sezaî di pêvajoya hilbijartinê de nas kir. Kesekî gelekî fedekar û hevrêyekî gelekî bi qîmet bû. Tê xuyakirin Erdogan welatî ji egoyên xwe re kiriye qurban. Pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin ji bo serokatiya xwe dike qurban. Her roj komkujiyan dike. Çawa me got 'Em te nakin serok' îro jî em dibêjin 'Em bi te şer nadin kirin' Banga me ji hemû gelan re ew e ku li hemberî şer em aştiyê rêxistin bikin."
Piştî merasîma cenaze girse derbasî konê sersaxiyê yê ji bo du birayan hat vedan bû û ji malbatê re sersaxî xwest.