Bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û salvegera komkujiyê, li Çiyayê Şengalê merasîmek hat lidarxistin. Ji fermandarên YBŞ'ê Mazlûm Şengal banga tevlîbûna YBŞ'ê li gel kir.
CÛDÎ GEVER / SARYA XWÎNDA
ŞENGAL / ANF
yekşem, 2 gelawêjê 2015, 12:14
Bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û salvegera komkujiyê, li Çiyayê Şengalê merasîmek hat lidarxistin. Ji fermandarên YBŞ'ê Mazlûm Şengal di serî de Kurdên Êzidî bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku di nava berxwedana YBŞ'ê de cih bigirin.
Bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê li quntarên Çiyayê Şengalê merasîmeke mezin a leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de 150 şervan, ji fermandarên YBŞ'ê Mazlûm Şengal, Raperîn Engîzek, Dêrsim Şengal û Dijwar Feqîr amade bûn.
Ji fermandarên YBŞ'ê Mazlûm Şengal li merasîmê peyivî, bang li tevahiya ciwanên Êzidî kir ku tevlî YBŞ'ê bibin, tola komkujiya Şengalê hilînin û got, "Îro hem salvegera damezrandina YBŞ'ê ye hem jî salvegera komkujiya hovane ya li hemberî civata me ya Êzidiyan hatiye kirin e. Ev komkujî nebûye weke komkujiyên din. Xwestin gelê me hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê çandî û dîrokî ve tine bikin. Yanî xwestin civata Êzidî, Êzidiyatiyê bi temamî ji holê rakin. Lewma xwestin vê plana xwe di 3'ê Tebaxa 2014'an de bixin meriyetê, lê dîtin ku komkujî û planên wan li gorî wan wê nemeşe. Em weke hêzên welatparêz û dildarên axa xwe, bi şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê re me pêşî li vê komkujiyê girtin. Bê guman ev hêz PG, YJA STAR û YPG ne. Ji ber vê yekê em weke civata Êzidî careke din spasiyên xwe pêşkêşî van hêzên leheng dikin. Em ê berdêlên hatine dayîn ti carî ji bîr nekin û soz didin ku em ê her tim bidin jiyîn û tolê hilînin. Em spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya gelê Kurd û Rêber Apo dikin."
'YBŞ WEKE BERSIVA LI KOMKUJIYA ŞENGALÊ DERKET HOLÊ'
Şengal anî ziman ku YBŞ weke bersiva li komkujiya Şengalê derketiye holê û got, "Damezrandina YBŞ'ê weke bersivek li komkujiya li hemberî gelê me ye. Hin hêzan gotibûn 'Em ê we û şeref û namûsa Şengalê biparêzin' lê roja ku diviyabû ev soza xwe bi cih bianiyan, ev gel bi komkujiyê re rû bi rû hiştin û reviyan. YBŞ li ser van esasan xwe bi rêxistin kir, ji bo şeref, namûs û dîroka gelê xwe biparêze ket nava tevgerê û çalakiyên aktîf pêk anî. Vaye ev saleke em li derdora çiyayê Şengalê û li navenda bajêr şer dikin û berxwedana xwe mezin dikin. Em bawerin ku gelê me wê YBŞ'ê bêhtir xurt bike."
'DEWLETA TIRK JI BO DOSTANIYA XWE YA BI DAIŞ'Ê RE ÎSPAT BIKE ÊRÎŞ DIKE'
Şengal êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi zimanekî tund şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ'ê re xwedî têkiliyeke dostane ye. Mazlûm Şengal got, "Dewleta Tirk ev hefteyeke li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelê me yê li Bakur operasyonan lidar dixe. Bi van operasyonan re dostaniya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ'ê re îspat bûye. Bi van operasyonên qirêj re xuyaye dixwazin çeteyên DAIŞ'ê xurt bikin. Bi nêzîkbûna 3'ê Tebaxê re destpêkirina van operasyonan, hêvî û bawerî daye çeteyên DAIŞ'ê. Dewleta Tirk vê nîşan dide; 'Em bi we re ne, hûn dijminatiya Kurdan bike ev bes e'. Divê her kes vê bizanibe ku ev hêza me wê her tim li cem gelê bindest be û li dijî her şêwe êrîşên hundir û derve yên li hemberî gelê me, bersivê bide. Bila dijminê gelê me vê baş bizanibin û li gorî wê hesabên xwe bikin."
Fermandarê YBŞ'ê alîkariya PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk jî şermezar kir û di serî de gelên li herêmê bang li tevahiya gel û dewletên cîhanê kir ku destekê bidin YBŞ'ê. Fermandarê YBŞ'ê got, "Werin em çeteyên DAIŞ'ê ji xaka dewlemend a Rojhilata Navîn derxînin. Di serî de Kurdên Êzidî em li bendê ne tevahiya gelê me tevlî berxwedana Şengalê bibe. Ji malbatên şehîdên xwe yên di vê berxwedanê de şehîd ketine sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê daxwazên şehîdan bi cih bînin, Şengalê azad bikin."
Piştî merasîma leşkerî, beşdarên merasîmê bi konvoyeke mezin bi qîrîna dirûşmeyên "Tolhildan" û "Bijî Serok Apo" çûn Şehîdgeha Şehîd Dilgêş a cenazeyên gerîla û şervanên YBŞ'ê yên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane û ew bibîr anîn.