Êzidî wê di salvegera komkujiyê de li ber NY çalakiyê lidar bixin

Êzidiyên li Ewropayê dijîn û dostên wan, wê di salvegera komkujiya Şengalê de li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyekê lidar bixin û li ser rewşa Şengalê dosyayekê radestî rayedarên NY bikin.

Êzidiyên li Ewropayê dijîn û dostên wan, wê di salvegera komkujiya Şengalê de li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyekê lidar bixin û li ser rewşa Şengalê dosyayekê radestî rayedarên NY bikin.

Bi pêşengiya Federasyona Êzidiyên li Ewropayê, Êzidî û dostên wan ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê di salvegera 1. de, wê li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bicivin. Kurdên Êzidî yên ku wê di 3'ê Tebaxê roja Duşemê li ber avahiya NY kom bibin, wê bi meş û mîtîngekê komkujiyê şermezar bikin û der barê bûyer û qewimînên li Şengalê de dosyayekê radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bikin.

Roja Duşemê saet di 13:00 de wê li La Place des Nations meş destpê bike û dûre mîtîngek were lidarxistin. Der barê mijarê de Serokê Yekîtiya Êzidiyên li Swîsreyê Bedirxan Kahraman banga beşdariyê kir. Kahraman bûyerên di komkujiya Şengalê de rû dan bibîr xist û anî ziman ku her çend di ser komkujiyê re salek derbasbûye jî hêzên navneteweyî û NY hînê bi berpirsyariya xwe ranabin.

Kahraman da zanîn ku di serî de gelê Şengalê êşên hemû Êzidiyan hînê teze ne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku roleke aktîf bilîze. Kahraman da xuyakirin ku ji bo vê banga xwe bînin ser ziman û komkujiya Şengalê protesto bikin ew ê li ber Navenda NY çalakiyê lidar bixin û banga beşdariyê li her kesî kir.