Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku komkujiya Zergelê ya 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi zanebûn hatiye kirin û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên piştî daxuyaniyên PDK'ê. Karasû got, "Polîtîkayên PDK'ê bi ti awayî bi kêrî berjewendiyên Kurdan nayên. Ev nêzîkatiyeke neteweyî nîne. Vîna gelê Kurd nîşan nade. PDK di nava şaşîtiyeke mezind e ye."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, der barê êrîşên dawî yên dewleta Tirk de ji ANF'ê re axivî.
Karasû diyar kir ku îlana şer an jî dijwarkirina şerê li dijî tevgera azadiyê, encama tinehesibandina Deklarasyona Dolmabahçeyê ye û destnîşan kir ku gotina Tayyîp Erdogan a 'mase nîne, alî nîne, pirsgirêka Kurd nîne' îlana şer bû.
Karasû bal kişand ser daxuyaniya Davûtoglû ya digot, "Em ê binpê bikin, em ê tine bikin, em ê bişikînin, em ê heta dawiyê biçin" û got, "Yanî îlan kirin ku heta PKK'yiyek bi tenê nemîne ew ê êrîşan dewam bikin. Êrîşa li hemberî gundiyên li Zergelê jî encama vê ye. Beriya niha jî komkujiyên bi vî rengî kiribûn. Ji bo wan mirina sivîlan ne girîng e. Ji bo wan di rêya xwegihandina armancê de her tişt rewa ye."
Karasû anî ziman ku Zergelê li navenda Qendîlê gundekî mezin e û got, "Bi vê êrîşê re hewl da çavê gel bitirsîne û bêje 'eger hûn ji qadên gerîla dernekevin, hûn ê bimirin'. Ji bo valakirina gundan êrîşeke bi zanebûn e. Em vê taktîkê baş dizanin. Balafirên keşfê baş keşif dikin. Lewma tinekirina gundekî bi vî rengî nîşan dide ku êrîşeke bi zanebûn e."
LI DIJÎ TEVAHIYA KURDAN ŞERÊ TOPYEKÛN
Karasû da zanîn ku ya li hemberî Kurdan tê kirin şerekî topyekûn e û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk ev 3 sal in dijminatiyê li Şoreşa Rojava dike. 3 sal in destekê dide DAIŞ'ê. Sedema vê desteka xurt a ji bo DAIŞ'ê, daxwaza fetisandina Şoreşa Rojava ye. Lê belê DAIŞ'ê nekarî vê bike. Li pêşberî Şoreşa Rojava eciqî, vîna DAIŞ'ê şikest. Me îro bihîst, temamiya Hesekê winda kirine. Çend roj berê bajarokê Sirînê winda kiribûn. DAIŞ a li her deverê li hemberî hêzên cuda bi pêş ve diçe, li hemberî hêzên şoreşger ên Rojava winda dike.
ALIYEKÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ JI BO RIZGARKIRINA DAIŞ'Ê NE
Aliyekî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk ên li hemberî tevgera azadiyê, êrîşên rizgarkirina DAIŞ'ê ne. Êrîşên ji bo pêşîgirtina li pêşketina Şoreşa Rojava ne. Bi van êrîşan re dixwazin DAIŞ bêhnê vede. Ji ber ku têkoşîna herî mezin, şerê herî mezin ê li dijî DAIŞ'ê, gerîlayên azadiyê, şoreşgerên Rojava dimeşînin. Dixwazin bi qelskirina gerîla û şoreşgerên Rojava re DAIŞ'ê rehet bikin. Sedemeke din a mezinkirina vî şerî, pêşîgirtina li xwegihandina hev a kantonên Kobanê û Efrînê ye."
NÎVÊ HEWLÊRÊ VALA BÛBÛ, GERÎLA HEWLÊR RIZGAR KIR
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku ev êrîş ne tenê êrîşek li dijî Bakurê Kurdistanê û Şoreşa Rojava ye, ji bo Başûrê Kurdistanê jî gef û xeteriyeke mezin e.
Karasû got, "DAIŞ nêzî Kerkûk, Hewlêr û Şengalê ye. Lewma ev êrîş, ji bo rehetkirina DAIŞ'ê li her cihî ye. Tengavkirina Şoreşa Rojava tê wateya tengavkirina Başûrê Kurdistanê. Vê bêjim; me heta niha nedixwest bînin ser ziman, lê me Hewlêr rizgar kir, gerîla Hewlêr rizgar kir. Hewlêr vala dibû. Bila biçin Hewlêrê û bipirsin; dema DAIŞ'ê êrîş kir nîvê Hewlêrê vala nebû? Gerîla çû, dest li rewşê werda û bi vî rengî DAIŞ hat sekinandin. Dûre balafirên DYA hatin, dest lê werdan. Pêşmergeyan lê nihêrîn ku gerîla li ber xwe dide, wan jî cesaret dîtin û tevlî berxwedanê bûn. Hemû êrîşên dewleta Tirk ji bo qelskirina zexta hêzên berxwedêr a li hemberî DAIŞ'ê ye. Eger bi rastî jî li dijî DAIŞ'ê bûna, wê ev bomberdûman li hemberî çeperên DAIŞ'ê bikira. Bila balafirekê rakin û DAIŞ'ê bixin. Lê vê nakin."
PDK DI NAVA ŞAŞÎTIYEKE GELEKÎ MEZIN DE YE
Karasû bal kişand ser helwesta PDK'ê ya li hemberî vê rewşê û ev xal destnîşan kir: "Ji Şerê Başûr ê sala 1992'an û vir ve kê xwestiye gerîlayên azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê derxîne? Dewleta Tirk dixwaze derxîne. Dewleta Tirk ji bo gerîla ji van çiyayan derxîne gelek caran operasyon pêk aniye. Hûn jî dizanin, herî dawî li Zapê ji hev ketin. Xwe vekişandin. Gotina Mesrûr Barzanî ya PDK'ê ku digot, 'PKK li Başûr mêvan e, bila derkeve biçe', bicihanaîna daxwaza dewleta Tirk e. Ev gotin ast û naveroka têkiliya PDK û AKP'ê nîşan dide. Ev polîtîkayên PDK'ê bi ti awayî bi kêrî berjewendiyên Kurdan nayên. Nêzîkatiyeke neteweyî nîşan nadin. Vîna gelê Kurd nîşan nadin. Eger îro li Başûrê Kurdistanê referandûmek were kirin, pêşniyarên PDK'ê dikarin di cih de bên redkirin. Lewma em van nêzîkatiyan rast nabînin. Mesrûr ne tenê diaxive, li cîhanê digere û di çarçoveya daxwaza Tirkiyeyê de dixwaze PKK'ê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derxîne. PDK di nava şaşîtiyeke gelekî mezin de ye."
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ ZERGELÊ BI CESARETA JI PDK'Ê HAT WERGIRTIN VE HAT KIRIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû axaftinên Davûtoglû yên di dema van êrîşên dawî de bibîr xist û got, "Davûtoglû got, 'Em bi Mesûd Barzanî re axivîn, Barzanî dît ku em mafdar in'. Van êrîşan rewatiya xwe ji ku girtin? Ji van daxuyaniyên PDK'ê girtin. Dewleta Tirk pêwîstiyê bi rewatiyeke bi vî rengî dibîne. PDK jî bi vê nêzîkatiya xwe re bersivê dide vê pêwîstiya Davûtoglû. Êrîşa dawî ya li Zergelê jî bi temamî ji ber helwesta PDK'ê, bi cesaerta ji helwesta PDK'ê wergirtî re hat kirin. Baş dihat zanîn ku cihê gundiyan bû û tevî vê jî êrîş kirin."
Karasû der barê bombebarana gund de jî ev agahî da:
"Bi zanebûn li gund dan. Bûyer bi vî rengî qewimî; Di destpêkê de gundiyeke jin birîndar dibe. Her kes ji bo wê rizgar bike diçin cem. Xebatkarên Şaredariya Qendîlê jî dema deng dibihîzin berê xwe didin gund. Di vê kêliyê de balafir dîsa tên û rokêtan dibarînin; 8 sivîl dimirin, nêzî 20 birîndar dibin. Êrîşa duyemîn bi agahiyên balafira keşfê tê kirin. Rêbaza DAIŞ'ê ya qetilkirina sivîlan bi kar tîne. Yanî ewilî teqîna destpêkê dikin; dema gel li herêmê kom dibe teqîna duyemîn dikin. Li Zergelê ev qewimiye."
AKP JI NIRXÊN ŞARISTANIYA MANEWÎ BÊPAR E
Karasû axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir:
Beriya niha li Behdînanê hevalê Şervan Varto û 2 hevalên li şehîdgehan wezîfedar bûn, şehîd ketin. Ev dewlet êrîşî goristanan dike. Piştre hevalekî me yê din ê birîndar şehîd ket. Niha hûn jî dibînin, di binê germa 50 pileyî de destûrê nadin cenaze werin derbaskirin. Ev zîhniyeta dewleta Tirk e. Li Rojhilat Navîn çandeke bi vî rengî nîne. Rojhilata Navîn cîhana şaristaniya manewî ye. Di nava AKP'ê de şopa vê şaristaniyê nemaye. Em bi mejiyekî modernîst ê ji van nirxan bêpar re rû bi rû ne. Ev hefteyeke êrîş dewam dikin. Li Zergele 8 gundî şehîd ketin. Li cihên din ên Qendîlê hevaleke me ya jin û hevalekî me yê mêr birîndar bûn. Windahiyên me yên heta niha di vê astê de ne. Îdîayên dewlet û çapemeniya Tirk ên li ser windahiyên me ne rast in. Duh êrîşî herêmên din jî kirin. Ji me re agahiya şehadetê nehat. Birîndar hene nîne, em nizanin."