Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, hêzên li Şengalê bi barbarî komkujî kirin bi tundî şermezar kir. Fermandariyê got, "Em soz didin, ku em ê bîranînên şehîdên Şengalê bi azadkirina Şengal û Kurdistanê bidin jiyîn."
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiya şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Hewldana komkujî û dagirkirina cihê pîroz ê civata me ya Êzidî Şengalê, salek xwe dagirtiye. Beriya her tiştî em hêzên ku li Şengalê komkujiyeke barbarî ya bibe rûreşiya mirovahiyê ya sedsala 21'an pêk anîne, bi tundî şermezar dikin, hemû mirovên xwe yên di vê pêvajoya qirkirinê de gihîştine şehadetê bibîr tînin û dixwazin destnîşan bikin ku em ê hesabê komkujiyê bipirsin û bîranîna wan bidin jiyîn. Di serî de hevrêyên me yên gerîla yên di vê demê de bi lehengî li ber xwe dan, tevî hemû rîskên mezin ên pêvajoya komkujiyê bi rêbaza fedaî dest li komkujiyê werdan û bi berxwedaneke mezin gihîştin şehadetê, tevahiya ciwanên civata xwe ya Êzidî, şervan û pêşmergeyên di berxwedanê de gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan bi azadkirina Şengalê û Kurdistanê bidin jiyîn.
Gurûha çete ya bi navê DAIŞ'ê ku bi rêbazên xwe yên barbar û faşîst re weke rûreşiya serdema heyî derketiye holê û bûye belayê serê gelên herêmê, beriya her tiştî li hemberî Şoreşa Rojava û destketiyên gelê Kurd hatiye bikaranîn. Bi taybetî li hemberî Şengalê ku di tevahiya rêveçûna dîrokê de xwe parastiye û jiyana Kurdatiya xera nebûye temsîl dike, vê gurûha çete bi jenosîdeke ku di dîrokê de kêm caran tê dîtin, êrîş kiriye. Beriya salekê îro, qirkirina li hemberî cihê pîroz ê civata me ya Êzidî, esîrgirtin, kolekirin û cariyekirinê, destpê kiriye."
'ZELAL BÛ KU EM NIKARÎBÛN LI HEMBERÎ PÊKANÎNÊN DAIŞ'Ê YÊN LI ŞENGALÊ BÊDENG BIMANA'
Fermandairyê got, "Yên ku diviyabû di vir de wezîfeya parastinê bikira, li şûna berxwedan û parastinê xwe ji herêmê vekişandin. Zelal bû ku weke tevger û hêzên gerîla em nikarîbûn li hemberî pêkanînên DAIŞ'ê yên li Şengalê bêdeng bimana" û bal kişand ser van xusûsan:
"Tevî xetere û rîskên mezin bi biryara di 3'ê Tebaxê de hat wergirtin re weke HPG, dest li qada Şengalê hat werdan û pêngava rawestandina vê jenosîda li hemberî civata me ya Êzidî destpê kir. Bi hêzên tabûrê yên di 3, 4 û 5'ê Tebaxê de hatin veguhastin û desteka YPG'ê re, zêdeyî 150 hezar mirovên me yên Êzidî li Çiyayê Şengalê hatin parastin û ji 8'ê Tebaxê û pê ve di ser korîdora hat vekirin re derbasî Rojava hatin kirin. Di dema vê tevgera rizgarkirinê ku weke mezintirîn operasyona însanî ya dema nêz tê dîtin û piştî wê de, li hemberî êrîşan berxwedaneke mezin hat nîşan dan. Di şexsê Dilgeş, Armanc, Genco û Berxwedan de em hemû lehengên di vê berxwedanê de gihîştin şehadetê careke din bi mînetdarî bibîr tînin. Bi saya van fedayiyên Apoyî yên leheng, operasyona mezin a qirkirina civata me ya Êzidî hat sekinandin û pûçkirin. Lê belê di 2 rojên destpêkê de bi hezaran mirovên me ketin destê çeteyên faşîst, dîl hatin girtin û bi sedan ji wan hatin qetilkirin.
Li dijî vê êrîşa çeteyan ruhê berxwedanê yê tevgera Apoyî, bi kevneşopiya berxwedanê ya civata me ya Êzidî re li Çiyayê Şengalê, li dijî êrîşên çeteyan 4 mehan berxwedaneke mezin nîşan da. Jin û xortên civata me ya Êzidî ya leheng ku tevî hemû xeteriyan jî Şengal neterikandin û bi malbat ûz arokên xwe re tevlî berxwedana li Şengalê bûn, fedekarî, cesaret û biryardariya wan a 4 mehan hêjayî her şêwe pesindayînê ye. Ev helwesta berxwedêr ku tevî mercên zehmet ên jiyanê jî civata me ya Êzidî nîşan da, cewhera berxwedanê ya gelê Kurd a dîrokê nîşan dide û helwesta welatparêziyê ya ku dide xuyakirin ku pêşeroj wê bi bexwedanê bê qezençkirin. Ruhê berxwedanê yê ciwanên Şengalê yên leheng, ku bi vê çanda welatparêziyê re hînê di rojên destpêkê de li ber xwe dan û bingeha YBŞ'ê ya berxwedanê danîn, xwedî wê enerjî û hêzê ne ku dikarin Şengalê li hemberî her şêwe êrîşan azad bikin.
Bi berxwedana salekê re her çend pêşî li komkujiya mezin hat girtin û bakurê Şengalê hat rizgarkirin jî, hînê temamiya Şengalê nehatiye rizgarkirin û hesabê şehîdan hînê tam nehatiye pirsîn. Astengiya li pêşiya bi cih hatina vê armancê, ji pirsgirêkên leşkerî wêdetir, pirsgirêkên siyasî ne. Di vê demê de siyaseta Kurd ji ber ku di nava xwe de yekîtî û hevkariya pêwîst pêk neanî, hînê beşek ji bajar û xaka Şengalê di destê çeteyan de ye. Ev rewş, ji bo siyaseta Kurd mijareke cidî ya rexnedayînê ye."
'SALVEGERA YEKEMÎN A QIRKRINÊ WÊ BIBE DESTPÊKA PÊVAJOYA AZADKIRINA ŞENGALÊ'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got, "salvegera yekemîn a pratîka qirkirinê ku civata me ya Êzidî jê re dibêje 'ferman' a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê yên xwe dispêrin mêtîngeriya kûr ve hat kirin, ji bo me êdî wê bibe destpêka pêvajoya azadkirina Şengalê. Têkoşîna li hemberî mêtîngeriya AKP'ê ya ku bi îdeolojî û xeta xwe xizmê DAIŞ'ê ye, êdî tê heman wateya têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê. Têkbirina DAIŞ'ê têkbirina AKP'ê ye; têkbirina AKP'ê têkbirina DAIŞ'ê ye. Bi vê têgihiştinê em dixwazin ragihînin ku ji bo serketina talî ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya gelê me yê li Şengalê, em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
'JI BO AZADKIRINA ŞENGALÊ EM Ê BI HER AWAYÎ FEDEKARIYÊ BIKIN'
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got, "Hêzên me yên gerîla yên di xeta Rêber Apo de kûr bûne, wê dema nû bi performanseke xurt a leşkerî pêşwazî bike û li her deverê di çarçoveya mafê parastina rewa yê gelê Kurdistanê de berxwedanê bilind bike. Hemû hêzên me yên gerîla yên di bin sîwana Fermandariya Şengalê de, ji bo azadkirina Şengalê, ji bo rizgarkirina bi sedan mirovên me yên di destê çeteyan de esîr hatine girtin û ji bo afirandina siberojên civata me ya Êzidî bi vîna xwe xwe bi rêve bibe û biparêze, wê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Hêzên me yên gerîla ku ji bo afirandina polîtîkayeke neteweyî ya bi beşdariya hemû hêzên li Şengalê heta roja îro sekinînin, ji niha û pê ve jî wê tevgera hevpar a bi hêzên din ên berxwedanê û afirandina perspektîfeke neteweyî esas bigire. Eger pêwîstî pê hebe wê bi tena serê xwe jî berpirsyariyên dikeve ser milê xwe bi cih bîne.
Ji bo azadkirina Şengalê û pirsîna hesabê hemû şehadetên dema fermanê, di rêya afirandina pêngava azadiyê de weke PKK em ê bi her awayî fedekariyê bikin û baweriya xwe ya ji pêşeroja azad û serketina gelê xwe, destnîşan dikin."