Êrîşa li dijî Çiyayê Kizwanan hat şikandin: 25 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Çiyayê Kizwanan kirin rastî bersiveke tund a hêzên YPG/YPJ'ê hatin. Di şerê dijwar ê duh de herî kêm 25 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA'yê ji herêmê ragihandin, çeteyên ku duh danê sibehê êrîşî stasyona Radarê kirin rastî bersiva tund ya YPG’ê hatin û şer heta danê nîvro dewam kiriye. Hat ragihandin ku di encama vî şerî de êrîşa çeteyan hatiye şikandin û çeteyan derbeke mezin xwarine. Di şerê tevahiya rojê de herî kêm 25 çete hatin kuştin.

Li gorî gahiyên tevî 4 cenazeyan 2 wesayîtên leşkerî, motorsîkletek, çekek zagros a sûîqestê, doşkayek 12.5, qernasek, çekek B7, çekek BCK û 500 fîşekên wê,  2 bombeyên destan, 3 çente û gelek cebilxaneyên din hatin desteserkirin.

Bi vê derba giran re çete nîvê şevê ji herêmê reviyan. Balafirên koalisyonê jî çeteyên êrîşê gundê Sebazilam kirin 15 çete bê bandor kirin û hawanek 82 rûxandin.

Her wiha hat ragihandin ku di encama teqîna mayîna çeteyan a li ser rêya gundê Bedîa de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.