Heyeta diçû Şengalê rastî astengiya PDK’ê hat

Heyeta ku di nav de Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî heye, xwestin ji bo salvegera komkujiya biçin Şengalê lê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin asteng kirin.

Heyeta ku di nav de Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî heye, xwestin ji bo salvegera komkujiya biçin Şengalê lê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin asteng kirin.

Ji bo tevlî bernama bîranîna salvegera komkujiya Şengalê bibin, heyeta di nav de Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî heye bere xwe dabûn Şengalê. Hate ragihandin ku heyet, li noqteya Asayişa Sehêla ya PDK'ê ku di navbera Zaxo û Şengalê de ye, ji aliyê peşmergeyan ve hatine rawestandin. Hate zanîn ku rayedarên asayişê destnîşan kirine ku ji Waliyê Duhokê destûr were girtin an na dê heyetê derbas nekin. Uca ragihand ku, li ser vê yekê li gel heyeta YNK'ê bi Walî re hevdîtinek pêk anîne lê Walîtî bêyî ku tu hincetek nîşan bide, derbasbûna heyetê asteng kiriye. Uca anî ziman ku ji bo destûrê wergirin dê li asayişê rawestin.