Li gundê Zergelê ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, mizgefta gund jî zerareke mezin dît. Dîwar, pace û nava mizgeftê ji ber parçeyên bombeyê yên balafirên şer ên Tirk zerar dîtin. Ji ber ku bomberdûman serê sibehê bû, bi tesadufî kesek lê tinebû.
'AKP DIJMINATIYÊ LI ÎSLAMÊ Û KURDAN DIKE'
Meleyê mizgeftê Hecî Qadir da xuyakirin ku di herikîna dîrokê de gundê wan heman êş gelek caran kişandine û got, "Berê jî gelek caran gundê me dibû hedefa êrîşên Saddam Huseyîn. Piştî sala 1991'ê, gund ji nû ve zindî bû. Me ev mizgeft di sala 1992'an de çêkir. Dewleta Tirk danê sibehê hat û bombe li gundê me barand. 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn. Mizgefta me jî ji ber êrîşan ket vê rewşê. Dewleta Tirk û AKP ji xwe re dibêje 'Ez Îslam im', lê ev ne karê ku Misilmanek bike. Dewleta Tirk û AKP dijminatiyê li Kurdan û Îslamê dike."
Hecî Qadir diyar kir ku divê her kes li dijî dewleta Tirk derkeve û got, "Di serî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêwîste her kes li dijî vê bûyera li derveyî mirovahiyê derkeve."
'GUNDÊ ME HILWEŞANDIN'
Gundiyekî din Emîr Qadir jî nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyê da. Qadir bibîr xist ku gundê wan hatiye hilweşandin û got, "Gundê me talan û wêran kirin. Gelek mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Birîndar hene. Ev bûyereke li derveyî mirovahiyê ye. Em ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwazin ku ji bo sekinandina van bomberdûmanan bikevin nava hewldanan." Emîr Qadir anî ziman ku gerîla li gundê wan nîne û got, "Gerîla li vir nîne. Ev mirov hemû sivîl in û di halê xwe de ne. Weke ku tê dîtin, gelek mal hilweşiyane. Ev mizgeft jî ket rewşeke welê ku nema dikare bê bikaranîn. Bila her kes vê bibîne."
Şêniyên gundê Zergelê yê hat bombekirin destnîşan kirin ku tevî hemû êrîşan jî ew ê gundê xwe neterikînin.