BI DÎMEN

Bendava Bêrecûkê cûreyên zindiyan tine kir

Gelek cûreyên zindiyên endemîk ên li navçeya Riha Bêrecûkê dijîn, ji ber projeyên bendavê tine bûn. Serokê Komeleya ÇJiyana Çand û Xwezayê Tûran Demîr diyar kir ku tevî zerara li jiyana mirovan, bendav hemû zindiyên li xwezayê jî tine dikin.

Gelek cûreyên zindiyên endemîk ên li navçeya Riha Bêrecûkê dijîn, ji ber projeyên bendavê tine bûn. Serokê Komeleya ÇJiyana Çand û Xwezayê Tûran Demîr diyar kir ku tevî zerara li jiyana mirovan, bendav hemû zindiyên li xwezayê jî tine dikin.

Bendava Bêrecûk Karkamiş a li navçeya Riha Bêrecûkê li ser Çemê Firatê hatiye çêkirin, nifşê cûreyên zindiyên endemîk ên li qirax û derdora çem tine kir. Serokê Komeleya Jiyana Çand û Xwezayê Tûran Çetîn ê 10 sal in li Bêrecûkê ji bo parastina zindiyên endemîk dixebite, ji ANF'ê re axivî.

Çetîn anî ziman ku zerara Bendava Bêrecûk Karkamişê daye Bêrecûkê gihaştiye asteke ku pêşî nema lê tê girtin, bal kişand ser cûreyên zindkiyên bi tinebûnê re rû bi rû ne û got, "Bi proejyên HES û bendavan ên li herêmê re, li Bêrecûkê zerarke mezin li xwezayê xwe da der. Di serî de erdê çandiniyê, cihên dîrokî û qamirgeh, gol û çavkaniyên avê tine kir. Nifê zindiyên endemîk ên li xaka dewlemend a Mezopotamyayê dijîn, di bin xeteriya bendavê de ne. Mînak li Bêrecûkê, cûreyên zindiyên kêm tên dîtin ên weke marmoraka mezin a bi qasî metre û nîvekê dirêj e, keftarê dawî yê xetxetik ê Mezopotamyayê, sîskar, şîşoyê çolê yê guh dirêj, kobrayê misirê, dijîn. Beriya bendavan em dizanin ku gelekî li vir dijiyan, lê belê bendavê re ne tenê cih û warên mirovan mirovan, di heman demê de hêlîna van zindiyan jî di binê avê de hişt. Li vê herêmê gelekî kêm zindî dijîn, lê ji sedî sed bendavê bandor li wan jî kiriye."

Hin ji zindiyên li naçeya Bêrecûkê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne, ev in:

*Çivîka Otos Brucei: Li gelemperiya Ewropayê yek ji cihên ku bi hêsanî lê were dîtin Riha ye. Ev çûk kundekî bi roj pasîf lê bi şev bi awayekî çalak nêçirê dike ye. Cihê lê dijîn parka bî ye ku spîndarên Firatê lê ne û di asta 1. de weke qada sîtê tê parastin. 

*Çivîkên Alcedo atthis: Çivîkên biçûk in ku bi giranî li qiraxa çem dijîn. Nikilê wan dirêj, rast û tûj e, serê wan mezin e. Bi giranî bi sekna li hewayê yan jî lîsbûna li cihekî re nêçirê dike. Xwe berdidde nava avê û masî digire. Li tevahiya başûrê çemê Firatê tê dîtin. 

*Bezvana Çolê (Cursorius cursor): Yek ji cihên kêm ên bezvana çolê li gelemperiay Ewropayê lê tê dîtin û lê zêde dibe deşta Rihayê ye. Mîna ku ji navê xwe jî tê fêmkirin, li çolê dijî û di dema xeteriyekê de li şûna firînê, dibeze. Ji ber ku bi tenê li nava Rihayê tê dîtin, ji aliyê tûrîzma çavdêriya çivîkan ve xwedî girîngiyeke mezin e.

*Sîsarka biçûk (Neophron percnopterus): Sîsarka herî biçûk a li herêmê ye. Bi qasî 60-70 cm ye. Bi dirêjiya baskên xwe re 115-180 cm ye. Bi baskê xwe yê mezin ê spî û nikilê xwe yê zer tê naskirin. Li nava tehtan hêlîna xwe çêdike. Sîsarka biçûk li ser rêya Mêrdînê li teht û zinarên bilind ên li Xelfetiyê dijîn.

*Sîsarka keçel (Gereonticus eramita): Yek ji girîngtirîn cûreyên çivîkan ên nifşê xwe bi tinebûnê re rû bi rû ye. Li tevahiya cîhanê bi tenê li Kurdisatn û Fasê bi koloniyan dijî. Sîsarka keçel li qiraxa Çemê Firatê li nava tehtan hêlînê çêdikin, lê belê ji ber dermanên çandiniyê yên ji sala 1950'î û vir ve tê bikaranîn, gelekî kêm mane. Ji aliyê gelê Bêrecûkê ve weke nîşaneya bereketê tê dîtin.

*Çivîka Oenanthe oenanthe: Maskeya rûyê xwe û baskên wê reş in. Li nava tehtên li ser rê tên dîtin. Gelekî bi lez difirin.
 
*Kundê Athene noctua: Kundê herî zêde tê dîtin e. Berevajî gelek kundan, bi roj tevdigere. Teriya xwe kurt e. Dema bêzar yan jî tengav dibe, dengekî dişibe yê pisîkan jê tê. Li her deverê, li erdê vekirî, li nava zeviyan, nava daristanan, li çolê tê dîtin.

*Masîgirê şevê (Nycticorax nycticorax): Rengê xwe grî û reş e. Çavên xwe sor, lingê xwe zer an jî pirtiqalî ye. Bi giranî bi şev tevdigere. Bi roj xwe di nava devî û daran de vedişêre. Bi qasî 60 cm re ye, bi baskên xwe re mezinahiya xw bi qasî 105-110 cm ye.
 
*Çivîka Vanellus gregarius: Salê du caran di navbear Kurdistan, welatên Afrîka û Kazakîstanê de diçin ût ên. Mixabin bi qasî 11.200 heb mane û li gelemperiya cîhanê kêm maye biqede. Bi giranî li deşta Riha, Serêkaniyê û Kaniya Xezalan tê dîtin.

...