Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê komkujiya Şengalê şermezar kir û got, "Çawa ku me beriya niha cihê xwe li cem civata xwe ya Êzidî girtin, ji niha û pê ve jî bi hemû derfetên xwe em li cem gelê xwe yê li Şengalê bin."
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniyê Desteya Rêveber ya TEV-DEM’ê wiha ye: "Komkujiya 73’an bi ser civata me ya Êzidî de hat. Di 3’ê Tebexa 2014’an de civata me ya Êzîdî di mala xwe ya dîrokî Şengalê de rastî êrîşa tinekirinê hat. Êrîşa li dijî Êzîdiyan kiryareke hovane û li dijî hemû çanda mirovahiyê ye, dîroka şer û çanda êrîşkirin, vekirin û tinekirina çandan a beriya hezarên salan tîne bîra mirovan.
Biryara fermana 73’an di çarçoveya veguhertina resma Rojhilata Navîn û li gorî berjewendiyên hêzên hegomonîk ên navneteweyî û hevkarên wan ên hilbijartî DAIŞ’ê û xwîşkên wê, pêk hatiye. Armanca wan wêrankirina herêmê û tunekirina gelên resen ji kokên wan ên dîrokî ye, da ku karibin bingeheke bê kok, bê nirxên mirovahiyê ava bikin. Tişta bala mirov dikşîne ev komkujî û tinekirin di sedsala pêk hatiye, sala ku cîhana pêşketî xwe bi mafên mirovan û demokrasiyê ve girê dide, kesên hatin kuştin û kesên hatin revandin û wekî kole hatin firotin. Ev tinekirina neteweyî ye. Birîn hîn şile û xwîn jê tê.
Di Iraqeke bi nakok û Rojhilateke Navîn lihevketî de ji destpêka sedsala sêyemîn gelek xeterî li ser kurdên Êzîdî hebû. Bi taybet jî hewldanên teqînan, kuştin û her wekî din wekî hişyarî dihatin kirin. Rêbaza yekem a li dijî van êrîşan ew e ku gelê me yê Êzîdî hêza xwe bike yek, hewldanên rast ji bo vê yekê hatin kirin, lê mixabin hewldan li hin wewldanên dijber sekinî û gelê me yê êzîdî ma belav ji êrîşan û komujiyan re amade bû heta ku felaketa 3’ê Tebaxa 2014’an bi ser de hat.
Ji ezmûnên gelan û gelê me yê kurd îsbat bû ku gelê rêxistinkirî yên xwedî îradeyeke azad e dikare parastina xwe ya rewa bike, xwe bi rêxistin bike. Me wekî TEV-DEM’ê xwe bi rêxistin kir, her wiha hêzên YPG/YPJ’ê hatin avakirin. Bi vê yekê me karîbû têkçûnekê li pey a din li dijî dijberên mirovahiyê û kujerên gelê me yê Êzîdî DAIŞ’ê û birayên wan pêk bîne. Her wiha me bersiva êrîşên ku artêşên netewe dewletan nikarîbûn li ber wan bisekine, efsaneyan pêk bîne. Em rehet namînin ku em alîgirên zihiniyeta tarî di herêmê de bibînin.
Tişta li Şengal, Nînewa, Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir rû dan bi armanca tunekirina gelên resen ên herêmê û rakirina wan ji komkên wan pêk hatiye. Armanc gelên suryan, asûrî, êzîdî û hemû kurdên din ên Rojava bûn. Ji berxwedana li dijî hemû hewldanên rêxistinên tarî tu riyên din ji bilî yekîtî û hevgirtinê nîne, pêwîste hemû alî hêza xwe bikin yek û bixin xizmeta şerê hebûn û tinebûnê de.
Em wekî TEV-DEM’ê bi hemû partiyên xwe yên siyasî û saziyên xwe yên civakî, bi beşdarbûna hemû pêkhateyên civakî me karîbû li Rojava Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk ava bike, her wiha me sîstemake xwe ya parastinê ku YPG, YPJ û hêzên Asayîşê nûnertiya wê dike, ava kir. Bi vê yekê me bendaveke xurt li dijî hemû cûreyên êrîşan ava kirin. Wekî beriya niha ku mê li kêleka gelê xwe yên Êzîdî bisekinin, niha jî em ê bi hemû derfet û îmkanên di destê xwe de pişgiriya gelê xwe yên Êzîdî li Şengalê bikin, lê belê em ê parstina wan bikin da ku vegerin xaka bav û kalên xwe ya dîrokî. Hevgiritina di nava pêkhateyan û hevkariya wan rêya tekane ya pêkanîna îradeya azad û wekheviyê ye."