Îsa Huso û Bavê Cûdî li Bernê hatin bîranîn

Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso û endamê Meclîsa PYD'ê Ahmet Huseyîn (Bavê Cûdî) li Bernê hatin bîranîn.

Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso û endamê Meclîsa PYD'ê Ahmet Huseyîn (Bavê Cûdî) li Bernê hatin bîranîn. Di axaftinên li bîranînê de kesayetiyên têkoşer ên Huso û Cûdî hatin vegotin û hat destnîşankirin ku têkoşîna wan li Rojava dewam dike.

Endamê Meclîsa PYD'ê Ahmet Huseyîn (Bavê Cûdî) ê di 2'ê Tebaxa 2004'an de li zîndanên Sûriyeyê hat qetilkirin û endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê di 30'ê Tîrmeha 2013'an de di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Bernê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi pêşengiya xebatkarên PYD'ê yên Bernê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostan wan pêk hat. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Halîm Dayan mafê axaftinê kir. Dayan bal kişand ser kesayetiyên têkoşer ên Huso û Cûdî. Dayan her wiha polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê û Erdogan li hemberî Kurdan daye destpêkirin nirxand û nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkaya rêveberiya PDK'ê da. Dayan bibîr xist ku şervanên li Rojava jiyana xwe ji dest dane bi Rojan li deriyê sînor tên sekinandin û destnîşan kir ku ji ber vê rewşê PDK û Tirkiye wê hesap bidin gel.

Dayan bal kişand ser êrîşên hewayî yên li hemberî Qendîlê û anî ziman ku di bin navê DAIŞ'ê de AKP şerê esasî li hemberî Kurdan dimeşîne. Dayan komkujiya li Zergelê ya ji ber êrîşên hewayî bibîr xist.

Piştre Nûnerê PYD'ê yê Bernê Hasan Resûl, peyama Koordînasyona Ewropa ya PYD'ê xwend û dûre axivî. Resûl tevkariyên Cûdî û Huso yên di afirandina Şoreşa Rojava de bibîr xist û got, "Em destketiyên heta roja îro yên li Rojava, deyndarê şehîdên xwe ne. Bîranînên wan wê her tim di têkoşîna me de bijîn."

Resûl asta şoreşa Rojava vegot û da zanîn ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî.

...