'Em ê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomînin'

Hevseroka TUHAD-FED’ê Oktay êrîşa polîsan a li hember meşa Gemlîkê şemezar kir û diyar kir ku wê çalakiyên xwe bidomînin. Oktay, komkujiya sivîl a li Zergelê şermezar kir û got: "Eger Rêbertiya me azad bibe wê şer, kaos û komkujî biqede.”

Têkildarî meşa wê ji Amedê ber bi Gemlîkê ve duh di pêşengiya TUHAD-FED’ê de hatiba lidarxistin ku rastî êrîşa polîsan hat civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Hevseroka TUHAD-FED’ê Parêzer Bahar Oktay a di civîna çapemeniyê de axivî astengkirina meşê şermezar kir û got, heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe behsa ti azadiyan nikare bê kirin.

Oktay anî ziman ku komkujiyên di demên dawî de li hember gelê Kurd pêk tên û taybet komkujiya li gundê Zergelê ya li dijî gelê sivîl wek malbatên girtî û hikûmxwaran şermezar dikin. Oktay ev peyam da: "Li hember vê wek bersiv jî ji bo azadiya rêbertî em ê malbatên girtî û hikûmxwaran têkoşîna xwe pêş bixin, çalakiyên xwe bidomînin.”