HPG: Xwîna şehîdên Zergelê wê li erdê nemîne
HPG'ê êrîşa li hemberî sivîlên gundê Zergelê şermezar kir û got, "Xwîna wan wê li erdê nemîne. Hesap wê were pirsîn û bîranînên wan wê di têkoşîna azadiyê de bijîn."
HPG'ê êrîşa li hemberî sivîlên gundê Zergelê şermezar kir û got, "Xwîna wan wê li erdê nemîne. Hesap wê were pirsîn û bîranînên wan wê di têkoşîna azadiyê de bijîn."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrîşa li hemberî gundê Zergelê yê Qendîlê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de HPG'ê got, "Mêtîngeriya Tirk di demên bihurî de gelek caran êrîşî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê kir û rê li ber şehadetan vekir. Duh jî bi awayekî namerdî li dijî gelê me yê li gundê Zergelê li malên xwe dijiyan, dewleta Tirk dest bi êrîşeke nû kir. Em, yên ev êrîşa faşîzan, namerdî û tirsonek kirine û hevkarên wan bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên mirovên xwe yên welatparêz ên li Zergelê şehîd ketin û gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Şehîdên Zergelê di heman demê de şehîdên têkoşîna me ya şoreşgerî ne. Xwîna wan wê li erdê nemîne, hesap wê were pirsîn û bîranînên wan wê di têkoşîna me de bijîn."