Parlamenterên YNK û Goran Qendîl ziyaret kirin

Parlamenterên Başûrê Kurdistanê, gundê Zergelê yê duh di saetên sibehê de dewleta Tirk komkujî lê pêk anî ziyaret kirin. Parlamenter bi rayedarên KCK’ê re jî rûniştin.

Parlamenterên Başûrê Kurdistanê, gundê Zergelê yê duh di saetên sibehê de dewleta Tirk komkujî lê pêk anî ziyaret kirin. Parlamenter bi rayedarên KCK’ê re jî rûniştin.

Heyeta ji parlamenterên YNK’ê Zana Abdurrahman, Abbas Fetah Salih, Meryem Samet, Qadir Rezgeyi, Xelef Ehmed, Salih Teqî û parlamenterên Goran Omer Înayet, Enver Qadir, Evar Îbrahîm, Dr. Şerko Mihemmed Emîn pêk tê, li gundê Zergelê yê duh ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hat bombekirin, 8 kesan jiyana xwe ji dest û herî kêm 15 kes birîndar bûn lêkolîn kirin.

Heyetê piştî lêkolînên li gundê Zergelê bi rayedarên KCK’ê re rûnişt. Yek ji rayedarên KCK’ê Savaş Amed diyar kir ku balafirên şerên artêşa Tirk gund kirine hedef û komkujiyeke sivîlan pêk anîne. Amed banga hestyariyê li gelê Kurd, derdorên siyasî yên Kurd û Tirk kir. Amed da xuyakirin ku serdana parlamenterên Başûrê Kurdistanê pir bi wate ye û got: “Li hember êrîşan divê Kurd di nav têkoşîn û berxwedaneke hevpar de bin.”

Endamên heyetê jî diyar kirin ku wê şopdarên bûyerê bin, ji bo di parlamentoyê de li ser komkujiyê rûniştin pêk bê wê bikevin nav hewldanan.

Parlamenterê Goran Evar Îbrahîm ku ji ANF’ê re axivî bang li dewleta Tirk kir ku tavilê êrîşan rawestîne. Îbrahîn got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin.

Parlamenterê YNK’ê  Salih Teqî jî, bal kişand ku komkujiyên li Kurdistanê li gel mirovan li hember xwezayê jî tên kirin û banga hestyariyê li her kesî kir.