Êrîşa çeteyan a li hember çiyayê Kizwanan hat şkandin!

Êrîşâ çeteyên DAIŞ’ê ya vê sibehê li hember çiyayê Kizwanan, ji aliye hêzên YPG’ê ve hat şkandin. Di êrîşên dijwar de 4 cenazeyên çeteyan bi gelek çek, cebilxane û wesayîteke leşkerî ket destê YPG’ê.

Êrîşâ çeteyên DAIŞ’ê ya vê sibehê li hember çiyayê Kizwanan, ji aliye hêzên YPG’ê ve hat şkandin. Di êrîşên dijwar de 4 cenazeyên çeteyan bi gelek çek, cebilxane û wesayîteke leşkerî ket destê YPG’ê.

Li gor nûçeya ANHA’yê vê sibê saet nêzî 04.00’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Îstasyona Radarê ya li Çiyayê Kizwanan kirin. Şervanên YPG’ê bersiveke tund dan êrîşê. Di pevçûnên dijwar ên heta saet nêzî 10.00’an êrîşên komên çeteyan ên qerebalix ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê hatin şkandin û çete hatin paşdexistin.

Hat diyarkirin ku di pevçûnên dijwar ên herêmê de gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne, cenazeyên 4 çeteyan, wesayîteke leşkerî, motorsîkletek, doçkayeke 12,5, çekeke sûîqestê ya bi tîpa Zagros, çeke karnas a sûîqestê, Roketavêjeke RPG, BCK’yek, 3 kilêş, gelek guleyên wan û cebilxane ketine destê hêzên YPG’ê.

Hat ragihandin ku çeteyên di pevçûnan de derbên giran xwarine reviyane, çend çete dema hewl dane birevin ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatine kuştin.