KNK'ê banga destekkirina Şengal û Rojava li hêzên navneteweyî kir

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan bi dijwarî şermezar kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan bi dijwarî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd, Şengalê û herêma Şengalê wargehekî pîroz dibîne, civata Êzidî jî wek Kurdên resen qebûl dike. Bi vê mebestê heta dawiyê û berdêl çi dibe bila bibe, wê Şengal û Kurdên Êzidî werin parastin. Hêzên Parastina Kurdistan, ne tenê Kurdên Êzidî, tevahiya gelên li herêmê û civakên xwedî baweriyên cuda diparêzin. Di vî warî de îro Rojavayê Kurdistanê jî bûye mînak."

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku tevî hemû êrîş û bê îmkaniyan jî hinek Kurdên Êzidî ji Şengalê derneketin, xwe parastin û hinek jî hêdî hêdî dizîvirin cih û warê xwe. KNK'ê destnîşan kir ku cihê şanaziyê ye îro Kurdên Êzidî xwe li Şengalê bi rêxistn dikin, dem û dezgehên xwe ava dikin û da zanîn ku ji hemûyan girîngtir ew e ku hêzên xwe yên parastinê jî ava dikin û li ber xwe didin. KNK'ê diyar kir ku ev tê wateya ku Kurdên Êzidî li Şengalê, wê xwe biparêzin û qedera xwe bi xwe tayin bikin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xemsarî û îhmala hinek hêzên Kurdistanî yên di karesata Şengalê de û hat gotin, "pratîka hinek berpirsyaran jî raste rast sûc e, tewane. Ev rewş divê neyê ji bîrkirin û divê komîsyonên lêkolînê di vî warî de bêne çêkirin û ev rewş bê zelal kirin."

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di serî de Hêzên Cîhanî jî, bi xemsariyek mezin li vê rewşa drametîk a Şengalê temaşe kirin û heta niha jî weke tê xwestin helwestekî xurt negirtine. Divê raya giştî ya cîhanê, hêzên navneteweyî saziyên wek Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa, di parastina Şengalê de, di parastina civaka Êzidî de xemsar tevnegerin û destekê bidin.

Hevparê hêzên terorîstên DAIŞ'ê, hinek dewlet û hêzên herêmê ne. Tevî ku ev rastî hatiye îspat kirin, hêzên destekê didin çeteyên DAIŞ'ê heta niha jî ne hatine cezakirin. Tevî ku Tirkiye di destek kirina çeteyên DAIŞ'ê, El Nûsra de gelek caran hatiye şiyar kirin jî, di pratîkê de tedbîrek ne hatiye stendin û li hemberî vî sûcê mirovaniyê kiryarek neketiye pratîkê.

Li gel şerên giran û bedelên mezin jî, mixabin hînê Şengal bi temamî rizgar nebûye û drama Kurdên Êzidî li hundir li derve berdewame. Bila DAIŞ û hevkarên wê, baş zanibin ku Şengal wê were rizgarkirin û parastin. Gelê Kurd, nirx û pîroziyên xwe bi destê barbarên sedsalê re bernade.

Em car din dagirkirina Şengalê û qirkirina Kurdên Êzidî bi dijwarî şermezar dikin. Em dubare dibêjin ku Şengal û herêma Şengalê ji bo gelê Kurd wargehên pîroz in û wek nirxekî dîrokî û civakî wê bêne parastin. Divê Kurdên Êzidî jî baş zanibin ku rizgarbûn, jiyana bi rûmet ne koçberî û terk kirina cih û warên bavûkalan e. Reva Ewropa mirina bi saxî ye. Divê Êzîdxane, berdêl çi dibe bila bibe were avakirin û were parastin.

Em bang li hemî hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê dikin ku destekê bidin gelê me yê Êzidî û têkoşîna li Şengalê.

Em bang li raya giştî ya cîhanê, hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa jî dikin ku li hemberî barbariya çeteyên DAIŞ'ê û El Nûsra bêdeng nemînin û Kurdan li Rojava û li Şengalê destek bikin."