Li hember astengkirina cenazeyan çalakiya nobetê

Sekna gel û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ya li Silopî didome. Gelê Botanê û malbatan li bajaroka Tilqebîn dest bi nobetê kirin û heya cenaze werin dayîn dê nobet berdewam bike.

Sekna gel û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ya li Silopî didome. Gelê Botanê û malbatan li bajaroka Tilqebîn dest bi nobetê kirin û heya cenaze werin dayîn dê nobet berdewam bike.

Li bajaroka Tilqebîn-Wehsit ya navçeya Silopî ya Şirnexê sekna malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê yên di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayîn ku ev 8 roj in dewleta Tirk destûrê nade cenazeyên xwe derbasî bakûrê Kurdistanê bikin didome. Îro jî Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca çû serdana malbatan. Piştî serdanê, bi tevlîbûna Uca, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û Aycan İrmez, malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê hevşaredarên herêmê, hevserok û rêveberên HDP/DBP yên herêma Şirnex, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Uca diyar kir ku ev 8 roj in ji bo ku malbat û gel cenazeyên şehîdên xwe wergirin li ber xwe didin û wiha axivî; "Ji bo me tiştê herî bi rûmet şehîdên me ne, serokwezîr û serokomarê Tirkiye dixwazin bi şehîdên me, gelê Kurd bixînin. Baweriya kesan çi dibe bila bibe dema jiyana xwe ji dest da mecbur in wan kesan li gor baweriya wan veşêrin."

'DESTÛR NEDAYÎNA CENAZEYAN PIŞTGIRIYA BI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê RE DIDE NÎŞANDAN'

Uca got ku şehîdên wan li hember çeteyên DAIŞ'ê yên hov jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha domand: "Nederbaskirina van cenazeyan piştgiriya bi çeteyên DAIŞ'ê re derdixe holê. Ev nêzîkbûn dide diyar kirin ku piştgriya dewleta Tirk ya bi çeteyên DAIŞ'ê re hê berdewam dike."

Uca herî dawî bi lêv kir ku divê dewleta Tirk dev ji vê helwesta xwe berde û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Diviya dewleta Tirk bi awayekî kêfxweş cenazeyên şehîdên me pêşwazî bikira. Ji ber ku şehîdên me li hember çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dane û şehîd ketine. Heya ku em cenazeyên xwe wernegirin dê berxwedana me ya li vir bidome."

'MALBATÊN ŞEHÎDAN Û GEL DEST BI NOBETÊ KIR'

Ji aliyê din ve Hevserokê DBP'ê yê Şirnex Salih Gulenç jî got ku wan ji îro û pêde dest bi nobeta berxwedanê kiriye û wiha axivî: "Ji îro pêde her roj gelê me dê were bajaroka Tilqebîn û nobetê bigire. Çawa ku li ser sînorê Rojava gel li ber xwe da gelê Botanê jî dê li vir ber xwe bide û xwedî li şehîdên xwe derkeve. Heya ku me cenazeyên xwe wergirtin dê berxwedana me ya li vir berdewam bike."