MLKP / Rojava: Di derengmayîna azadkirina Şengalê de rolê PDK’ê girînge

MLPK/Rojava ya têkildarî salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek weşand got: “Di derenmayîna azadkirina Şengalê de polîtîkaya PDK’ê rolekî girîng dilîze.”

MLKP/Rojava ya têkildarî salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek weşand got: “Di derenmayîna azadkirina Şengalê de polîtîkaya PDK’ê rolekî girîng dilîze. Bi qasî kesên di komkujiyê de rol girtine yên rê li ber vê vekirine jî li hember azadkirina Şengalê de hê jî astengiyeke mezin in.”

MLKP/Rojava ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku çeteya DAIŞ a hêzên DYA û emperyalîstên rojavayî xwedî kirin û kirin bela serê gelan di 1’ê Tebaxa 2014’an de bi hêzeke mezin êrîşî herêma Şengalê ya di kontrola PDK’ê de kiriye, hêzên pêşmerge hemû çeperên xwe berdane, li pey xwe jî nenêrîne gelê Êzidî bi DAIŞ’ê re rû bi rû hiştine. MLKP/Rojava diyar kir ku bi awayekî ku ji parastina gel û axa xwe bêpar reviyaye wek rûpelekî şermê ketiye dîroka PDK’ê.

MLKP Rojava wiha dewam kir: “Êzidiyên berê di encama polîtîkayeke bi zanebûn ji aliyê PDK’ê ve hatin bêçekkirin, bi dehhezaran her tiştên xwe li pey hiştin û ber bi çiyayên Sîncar cih û warê wan ê pîroz ê dîrokî ve vekişiyan.”MLKP Rojava bibîr xist ku bi hezaran kesên bê çek ji aliyê DAIŞ’ê ve bi awayekî hovane hatine qetilkirin, zêdetirî 2 hezar jinên Êzidî li bazarên koleyan hatine firotin, bi sedan zarok tî, birçî û ji be nexweşiyan di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane.

MLKP/Rojava da xuyakirin ku li hember qirkirina li pêşberî çavên cîhanê pêk hat ti hêzan dengê xwe dernexistine û ev xisûs diyar kir: “Tenê hêzên HPG’ê bil ez tevgeriyan di navbera Êzidiyan û DAIŞ’ê de mertaleke parastinê ava kirin. MLKP’ê jî beşek ji hêza xwe ya li Rojava neqlî Şengalê kir û bi HPG’ê tevlî parastina gelê Şengalê bû. Şervanên HPG û MLKP’ê pêşdeçûna DAIŞ’ê sekinandin. Gelê me yê Êzidî li çiyayên Sîncarê kirin bin parastinê. Tevî di bin dorpêçê jî de bûn bi alîkariya xurek û dermanan li çiyayan li ber xwe dan. Li aliyekî jî Êzîdî di mijara parastina cewherî de zane kirin û teşwîq kirin ku hêzên xwe yên şer ava bikin. Bi vî awayî yekîneyên YBŞ’ê yên îro bûne hêzeke bi bandor xwe rêxistin kir.

Êrîşên DAIŞ’ê bi berxwedana mezin a HPG, MLKP û YBŞ’ê hat paşdexistin, jîngehên gelê me yê Êzîdî yek bi yek hatin azadkirin. Hêzên pêşmergeyan tenê karîbûn di pêvajoya paşdeketina DAIŞ’ê de tevlî berxwedanê bibin. Îro DAIŞ ji herêma Şengalê qewitandin tenê li navenda Şengalê tengav bûye. Gelê me yê Êzîdî hem bi YBŞ’ê xweparastina xwe rêxistin dike, hem jî bi meclîsan xweparastina xwe ava dike. Êzîdiyên Şengalê ne weke Êzîdiyên ji beriya salekê ne, dibe ku berdêla wê giran dabe lê niha gelekî xwedî îrade û hişmendiya ku bikare der barê qedera xwe de biryaran bide.

PDK ya çi di aliyê rêveberî çi jî di aliyê parastinê de ket rewşeke ku bi kêr nayê û pêşmerge bêyî ku guh bidin vê rewşa şermê ya ketinê de û dîsa bêyî ku hesabê xiyaneta dîrokî ya kirine bidin HPG’ê weke hêzekî dagirker sûcdar dike, îdîa dike ku êdî pêwîstî pê nemaye û li ser PKK’ê terikandina Şengalê ferz dike. Hebûna HPG û MLKP’ê tine rewşa krîzê û heya ji rêxistinkirina provokasyonan jî nareve. Dibe hevkarê bombekirina dewleta Tirk a faşîst û mêtinkar a li hemberî herêmên gerîla. Li Zergelê hevkariya sûc a komkujiyên nû kirinê jî berdewam dike.

Di derenmayîna azadkirina Şengalê de polîtîkaya PDK’ê rolekî girîng dilîze. Bi qasî kesên di komkujiyê de rol girtine yên rê li ber vê vekirine jî li hember azadkirina Şengalê de hê jî astengiyeke mezin in. Gelê me yê Êzîdî qasî ku dijminê xwe nas dike êdî dostê xwe jî nas dike. Xewna Kurdistaneke azad û Şengalê tenê wê bi têkoşîna hevpar a dostên wan wê pêk bê.

Gelê me yê Êzîdî di bin pêşengiya HPG’ê û MLKP’ê de li Şengalê dîroka xwe ji nû ve dinivîse. Cara yekemîn li hemberî komkujî û qirkirinan bi xweparastina berxwedanê dike.  Cara destpêkê ye ku biryara qedera xwe dide. Bi pêngaveke dawiyê hatiye ber qeraxa ku Şengalê ji destê DAIŞ’ê bê girtin û rizgarkirin. Bi rûmeta qezenckirina azadiya neteweyî Êzîdî ji nû ve zindî dibin, radibin ser piyan, li şoreşa Rojava dinêrin, dest bi avakirina şoreşa xwe dikin. Ji niha û pê ve gelê me yê Şengal û Êzîdî wê ne bi komkujî û qirkirinan wê bi berxwedana bi rûmet, azadiya neteweyî û şoreşê bê bîranîn."