'Pêngava demokratîkkirina Sûriyeyê destpê kir'
Fermandarê YPG'ê Cemîl Mazlûm diyar kir ku piştî Sirîn û Hesekê demeke nû destpê kiriye û got, "Me pêvajoya parastina Rojava temam kir. Êdî em pêngava demokratîkkirina Sûriyeyê didin destpêkirin."
Fermandarê YPG'ê Cemîl Mazlûm diyar kir ku piştî Sirîn û Hesekê demeke nû destpê kiriye û got, "Me pêvajoya parastina Rojava temam kir. Êdî em pêngava demokratîkkirina Sûriyeyê didin destpêkirin."
Fermandarê YPG'ê Cemîl Mazlûm diyar kir ku piştî Sirîn û Hesekê demeke nû destpê kiriye û got, "Me pêvajoya parastina Rojava temam kir. Êdî em pêngava demokratîkkirina Sûriyeyê didin destpêkirin."
Ji fermandarên YPG'ê Cemîl Mazlûm, mijarên; li dû serketinên Sirîn û Hesekê armancên nû, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava, operasyona DAIŞ'ê û êrîşên li hemberî Efrînê ji ANF'ê re nirxand.
Mazlûm di destpêka axaftina xwe de got, "Beriya her tiştî em serketina Sirîn û Hesekê li gelê xwe, malbatên şehîdan pîroz dikin" û destnîşan kir ku serketina Sirînê xwedî girîngiyeke mezin e. Mazlûm anî ziman ku li dû rizgarkirina Girê Spî û Ayn Îsa, paqijkirina Sirînê ji çeteyan, nîşaneya pêvajoyeke nû ye.
Fermandarê YPG'ê bibîr xist ku piştî rizgarkirina Girê Spî çeteyan xwestin Hesekê bi temamî dagir bikin û bi vî rengî bersivê bidin serketina Girê Spî. Mazlûm got, "Li wê derê jî li pêşberî hêzên me têkçûneke mezin jiya. Li Hesekê tevî me, hêzên rejîmê jî hebûn. DAIŞ'ê hemû herêmên di bin kontrola hêzên rejîmê de dagir kir. YPG'ê herêmên ku rejîmê nikarîbû biparêze, ji çeteyan paqij kir û azad kir. Lewma ev gelekî watedear e. Gelên li Hesekê dijîn careke din dîtin ku kî ji bo kê ewlekarî ne, divê ji kê bawer bikin û bi wan piştrast bin."
"ÊDÎ PÊNGAVA DEMOKRATÎKKIRINA SÛRIYEYÊ DESTPÊ KIRIN"
Cemîl Mazlûm da xuyakirin ku ew heta niha li Rojava di pozîsyona parastinê de bûn, li hemberî êrîşên li dijî Rojava neçar mabûn berxwedana parastinê bikin û ji bo serdema nû ev nirxandin kir:
"Lê belê bi azadkirina Girê Spî û Sirînê re, me xeta parastina Rojava temam kirin. Em ê ji niha û pê ve van xetên xwe xurt bikin. Êdî di vê qonaxa nû de pêngava demokratîkkirina Sûriyeyê destpê kiriye. Gelên li Sûriyeyê dijîn li benda vê ne. Bawer dike ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk a bi Ereb, Ermenî, Asûrî, Suryanî û ji çand û baweriyê din, ancax bi hêza parastinê bi YPG'ê pêkane. YPG ne tenê hêza parastinê ya gelê Kurd e û Rojava ye. Êdî gelên Sûriyeyê ev dîtine, bi vî rengî qebûl dike. Ji Kantona Cizîrê heta Kobanê, dizane ku hêza demokratîk a rastî ya hemû gelan YPG ye. Li ser vê bingehê tevlî YPG'ê dibe. Tevlîbûna xort û jinên ji gelên cuda li nava refên YPG'ê, eleqeya wan nîşan dide ku YPG ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Sûriyeyê hêza demokrasiyê ye. Em jî li ser vê bingehê, di qonaxa nû de ji bo demokratîkkirian Sûriyeyê, ji bo paqijbûna Sûriyeyê ji çeteyan ya pêwîst çi be em ê bikin.
'EV QONAX WÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN BIKE'
Em êdî ji rewşa parastina bi tenê ya Rojava derketine, derbasî qonaxeke nû bûne. Qonaxa nû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, meşandina têkoşîna li dijî dijminê demokrasiyê û çeteyan li her qadê ye. Yanî ev qonaxa nû li tevahiya Rojhilata Navîn destpêka pêvajoyeke nû ye. Êdî wê bandorê li tevahiya pêşketinên li Rojhilata Navîn bike. Heta niha li Sûriye û Rojava yekane hêza xwe îspat kiriye û bi pratîka xwe re bawerî daye gelan YPG ye. Di qonaxa nû de YPG wê bibe hêza parastinê ya bingehîn a Sûriye û gelên Sûriyeyê. Em derbasî wê qonaxê bûne ku ji niha û pê ve bi Bûrkan El Firat û komên di nava Artêşa Azad de xwedî nêzîkatiyên demokratîk in, bi eşîrên Ereb ên demokrasiyê dixwazin re, ji bo avakirian demokrasiyeke giştî li Sûriyeyê, wê têkoşîn bê meşandin. Li Kobanê ji xwe di bin sîwana Bûrkan El Firat de em bi nûnerên gelê Ereb re tevdigerin. Em amade ne ku ji niha û pê ve jî bi nûnerên Ereb û gelên din re tevbigerin. Em ê Sûriyeya demokratîk bi gelan re ava bikin û biparêzin."
Der barê êrîşa artêşa Tirk a bi tankan li hemberî mewziyên artêşa azad de, fermandarê YPG'ê Cemîl Mazlûm got, "Ev êrîş û tevgera balafiran ên dewleta Tirk ji aliyê samîmiyetê ve rê li ber gumanên cidî vedike. Em li bendê ne ku di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Heta niha bi dewleta Tirk re di pratîkê de me pirsgirêkek nejî. Operasyona Suleyman Şah me bi hev re ir. Bi desteka YPG'ê Operasyona Şah Suleyman pêk hat. Ev nêzîkatî di nava me de rê li ber gumanan ve dike ku dewleta Tirk li dijî me di nava helwesteke dijminane de ye. Em naxwazin bifikirin ku dewleta Tirk dijminatiyê li me dike. Ji ber vê yekê em li bendê de ku dewleta Tirk a bi sedan kîlometre sînorê xwe re cîranê me ye, daxuyaniyekê bide."
PLANA ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ EFRÎNÊ NE NÛ YE
Li ser êrîşên demên dawî yên çeteyên El Nûsra li hemberî Efrînê de fermandarê YPG'ê Cemîl Mazlûm ev nirxandin kir: "Plana êrîşa li hemberî Efrînê nû nîne. Bi taybetî piştî wergirtina Îdlîbê em li benda êrîşeke bi vê rêbazê bûn. Me texmîn dikirin ku hêzên di bidestxistina Îdlîbê de bi hev re tevgeriya ne, armanca wan a ji niha û pê ve wê Efrîn be. Bê guman destpêkirina êrîşan bi serketina me ya li Sirînê re, rasthatin nîne. Êrîşên artêşa Tirk, êrîşên li rojava û êrîşên li Efrînê hemû bi hev ve girêdayî ne.
Derbên li Hesekê, li Sirînê li çeteyan hatin xistin, bê guman hêzên di pratîkê de ne bi hev re ne lê belê ji aliyê dijminatiya li Şoreşa Rojava hemfikirin, xist nava tevgerê. Em dizanin ku dema ya behsa mijarê destketiyên Rojava û gelê Kurd be, ev hêz yekser li hev dicivin û bi hev re tevdigerin, destekê didin hev. Ji niha û pê ve jî piştî serketinên me wê helwest û hewldanên van hêzan bêhtir zelal bibin. Em li hemberî her şêwe nêzîkatiyan amade ne. Ji Cizîrê heta Efrînê hêzên me ji her rewşê re amade ne. Ji xwe êrîşa li hemberî Efrînê jî yekser bersiva xwe dît û çeteyan derb xwarin. Hêzên me yên li wir ji her tiştî re amade ne."
"TIRKIYEYÊ LI CIHÊN VALA YÊN HERÊMÊN DAIŞ'Ê XIST"
Fermandar Mazlûm der barê îdîayên li ser operasyonên artêşa Tirk li hemberî DAIŞ'ê got, "Kî li dijî DAIŞ'ê têbikoşe, ew wezîfeya însanî bi cih tîne. Di vê çarçoveyê de operasyona dewleta Tirk a li hemberî DAIŞ'ê erênî ye. Nabe ku em bi neyînî li operasyoneke li dijî DAIŞ'ê binêrin. Lê belê divê ev yek baş were zanîn; Operasyona dewleta Tirk a li hemberî DAIŞ'ê operasyoneke ji bo nîşandanê ye. Em dibînin; me hmû nuqteyên ku dewleta Tirk got 'me li nuqteyên DAIŞ'ê dan' şopand. Lê belê li hemberî wan nuqteyan ti êrîş nebû. Dewleta Tirk nuqte û xetên DAIŞ'ê yên diviyabû lê bixista, lê nexist. Bi giranî li herêmên vala xist. Yanî di pratîkê de, derbeke ku li DAIŞ'ê hatiye xistin nîne."
"EM BANG LI DEWLETA TIRK DIKIN KU LI PÊŞIYA CENAZEYÊN ŞEHÎDAN BES BIBE ASTENG'
Fermandarê YPG'ê Cemîl Mazlûm nerazîbûn nîşanî astengiya dewleta Tirk a li pêşiya 13 cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê ku bi rojane li ser sînor disekinîne û nahêle bên derbaskirin da û got, "Beriya her tiştî ev yek ne însanî ye. Di exlaqa dijminatiyê de jî cihê vê nîne. Ji xwe em ne dijminê dewleta Tirk in. Em yekane heza ku dikare DAIŞ'ê têk bibe ye, ku ew jî DAIŞ'ê weke dijmin dibîne. Ev nêzîkatî bêsamîmiyeta dewleta Tirk nîşan dide. Em vê rewşê ji wijdanê raya giştî re dihêlin, bila raya giştî binirxîne. Ji xwe tevahiya mirovahî û cîhan bûyerên diqewimin dibîne. Em bang li dewleta Tirk dikin ku dest ji vê helwesta xwe berde."