Gundê Zergelê yê Qendîlê, ku balafirên şer ên Tirk komkujî lê kirin, ji aliyê gelek heyetan ve hat ziyaretkirin. Heyetan dan xuyakirin ku dewleta Tirk bi zanebûn li Qendîlê komkujî kiriye.
Heyeta ji nûnerên Bizûtneweyê Demokratê Kurdistan, hizbê Sûiyê Kurdistan, Hizbê Rizgariya Kurdistan, Hizbê Ayîndeyê Kurdistan û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), heyeta ji encumenên bajêr ên YNK'ê û heyetek ji 18 kesan a ji parlamenterên YNK û Goran, bi awayekî cuda gundê Zergelê yê Qendîlê ziyaret kirin.
Ekîba Parastina Sivîl a Parlamenta Herêma Kurdistanê ji bo tespîtkirina xisarê hat gund û lêkolîn kir.
Hemû heyet ji aliyê Hevşardarê Qendîlê Mûhammed Hasan û rêveberiya şaredariyê Emîne Xame ve hatin pêşwazîkirin.
Li dû lêkolînên li gundê Zergelê, heyetan ji hev cuda daxuyanî dan. Di hemû daxuyaniyan de ev xala hevpar hat destnîşankirin:
"Balafirên şer ên Tirk bi zanebûn li Zergelê sivîl qetil kirine. Divê berpirsyarên vê komkujiyê li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Dewleta Tirk bi zanebûn sivîl hedef girtiye. Bi van êrîşan re dixwaze Herêmên Parastinê yên Medyayê vala bike. Pêwîste gelê Kurd li hemberî vê hestyar be.
Dewleta Tirk beriya niha jî sivîl qetil kiribû. Lê belê li pêşberî van komkujî û êrîşan Kurd ji rêya xwe venagerin, çavê Kurdan nayê tirsandin. PKK tevgereke ku ji bo gelê Kurd li her devera Kurdistanê têkoşiya ye, li ber xwe daye ye. PKK ne bi tenê ye. Pêwîste gelê Kurd li hemberî van êrîş û komkujiyan li her deverê rabe ser piyan, li ber xwe bide û xwedî li PKK'ê derkeve. Ev êrîş ancax bi berxwedaneke topyekûn dikarin bên pûçkirin.
Ji bo Kurd karibin bi xurtî li hemberî van êrîşan bisekinin, divê beriya her tiştî Kongreya Neteweyî bê civandin."
Hat ragihandin ku di saetên pêş de wê heyetek ji parlamenterên Goran Qendîlê ziyaret bike.
Li Qendîlê şewata ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk derket, dewam dike. Ji ber şewatê heta niha bi dehan hektar daristan şewitî.
Her wiha tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov ên keşfê jî dewam dike.