KCK: Em ê hesretên Derwêş Edulêyan pêk bînin

KCK: Weke heta roja îro, îro jî ji bo hebûn û jiyana azad û demokratîk a Êzidiyan têkoşîn, ji bo vê ger pêwîst bike dayîna her cure berdêlan, talîmata mirovatî, dîrok û ya Rêber Apo ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Weke heta roja îro, îro jî ji bo hebûn û jiyana azad û demokratîk a Êzidiyan têkoşîn, ji bo vê ger pêwîst bike dayîna her cure berdêlan, deynê mirovatî, dîrokê ye. Azadkirina Şengal û tevayî Êzidiyan talîmata dîrokê û Rêber Apo ya ji bo me ye. Em ê bi bicihanîna vê fermanê mutleq hesretên Derwêşan, Edûleyan, Mem û Zînan pêk bînin. Gerîlayên me yên Edûle û Derwêşên hemdem in bi ruhê fedayî wê talîmata dîrok û Rêber Apo ya azadkirina Şengalê weke duh îro jî bi rûmet wê bîne cih.”  

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku li ser 74. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya ji aliyê DAIŞ’ê ve li hember Êzidiyan pêk hat salek derbas bûye. KCK’ê destnîşan kir ku yek ji komkujiyên herî bi êş ên dîrokê rû daye û ev xisûs diyar kir: “Ev komkujî ku dikeve duyemîn salvegerê de, em Êzidiyên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bibîr tînin. Em destnîşan dikin ku em ê ti carî êşa jinên hatin revandin ji bîr nekin, em careke din soz didin tevayî mirovatiyê, Êzîdiyan û Rêber Apo em ê Êzidiyan bigihînin jiyana azad û demokratîk. Em ê evîna Kurd a hesreta Edûlê û Derwêş a van xakan mutleq bidin jiyîn û Kurdistanê bikin navenda evîna jiyana azad.”

‘ÊZÎDÎ TIM BI KOMKUJIYAN RE RÛ BI RÛ MAN’

KCK’ê  got, “Êzîdî behsa 72 fermanan dikin. 72 ferman û bicihbûna vê ya di hişê civakê de di şêwegirtina derûniya Êzîdiyan de diyarker e” û cih da van xisûsan:

“Êzîdî di dîroka xwe de tim bi komkujiyan re rû bi rû mane. Lê heya niha hebûna wan jî nîşan dide ku Êzîdî xwedî kevneşopiyeke mezin a berxwedanê ne. Derwêş ku di nav Êzîdiyan de qehremanek mezin e sembola berxwedanên li hemberî van fermanan hatiye pêşxistin e.”

Êzîdî di 3’ê Tebaxa 2014’an de rastî fermana 74’an hatine. Li hemberî vê fermanê Derwêşên Modern derketine. Rêber Apo di parêznameya xwe ya dawî de xwe şibandiye Derwêşê li deşta Mûsilê şer dike jî vê rastiyê vedibêje. Niha ji bo hemû Êzîdî û Kurdan dema Derwêşbûnê ye. Dem dema ku êdî di serî de Êzîdî pêwîst e hemû Kurd wek Derwêş berxwedêr û bi qehremantî azadiya xwe û jiyana xwe ya demokratîk qezenc bikin.

Êdî Şengal ne tenê ji bo Êzîdiyan ji bo hemû mirovahiyê û Kurdan bûye cihê rûmetê. Parastina Kurdan a namûs û şerefa xwe ya neteweyî di serî de di azadkirina Şengal û Êzîdiyan de derbaz dibe. Heya jiyana aza û demokratîk a Êzîdiyan neyê pêkanîn, bi şeref û rûmet jiyana Kurdan ne gengaz e. komkujiya Şengalê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû mirovahiyê bûyerekî travmatîk e. Hîna jî bi hezaran jinê Êzîdî di destên çeteyên DAIŞ’ê de kûrahiya vê travmayê vedibêje. Jixwe DAIŞ jî ji bo vê êrîşan travmatîk bike ev qasî di asteke bilind de serî li rêbazên wehşî yên dijmirovî dide. Di vî milî de êrîşa li ser Êzîdiyan tê wateya êrîşa li ser mirovahiyê. Ji bo vê yekê jî têkoşîna li hemberî vam êrîşan jî tê wateya têkoşîna parastina hemû mirovahiyê. Gerîla jî bi têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê dimeşînin, têkoşîna jiyana demokratîk û azad a hemû mirovahiyê dimeşînin.

‘KESÊN KU ŞENGALÊ JÎ DIPARÊZIN DERWÊŞ Û EDÛLEYÊN MODERN IN’

Eger DAIŞ bi temamî di êrîşên xwe yên 3’yê Tebaxê de bi ser ketiba, hem wê êrîşa perçiqandina Şoreşa Rojava meşandiba, hem jî wê êrîşa Başûrê Kurdistanê girtina di kontrola xwe de meşandiba. Di vê çarçoveyê de komeke biçûk a gerîlayan di êrîşên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxê de ne tenê pêşî li komkujiyek mezin a Êzîdiyan girtine; her wiha Şoreşa Rojava û Başûrê Kurdistanê jî parastine. Ji ber wê yekê kesên Şengal parastine pêwîste weke Derwêş û Edûleyên modern bê nirxandin.

Bêguman azadkirina Şengalê û parastina şeref û rûmeta Kurdan ne tenê di berpirsyariya gerilayên HPG û YJA-Star e. Azadkirina Şengalê, di berpirsyariya hemû rêxistinên Kurdistanî, hêzên siyasî û hêzên pêşmergeyan de ye.

‘BERSIVA HERÎ BAŞ JI BO KOMKUJIYA ŞENGALÊ  XWESERIYA ŞENGALÊ PÊKANÎN Û DI PARASTINA WÊ DE CIHGIRTIN E’

Bêguman ti xebat û têkoşînên ku xwerêvebirin û xweparastina Şengalê pêk neyne nikare Şengalê azad bike; nikare pêşî li fermanên Êzîdiyan ên heya niha jiyane bigire. Di vê çarçoveyê de pêwîste hemû rêxistinên Kurd û hêzên siyasî ji bo Êzîdî li ser bingeha Xweseriya û xwerêveberiya Şengalê xwe biparêzin bibin xwedî helwestek hevpar. Çawa ku xweseriya demokratîk a Şengalê ji bo Êzîdî jiyana xwe ya demokratîk û azad qezenc bikin û bixin garantiyê pêwîste, her wiha pêwîstiyeke ji bo demokratîkbûyîna Federasyona Başûrê Kurdistanê jî. Bersiva herî baş a ji bo komkujiya Şengalê bê dayîn; wek egera deynê wijdanê me û berpirsyariya me ya li hemberî Êzîdiyan, xweseriya Şengalê ava kirin û di parastina wê de cih girtine.

Hevserokatiya KCK’ê da zanîn ku azadî û hebûna Şengalê di azadkirina Şengalê re derbas dibe û got, “Li ser vê bingehê Êzîdî li ku derê bin bila bibin, li ku derê dijîn bila bijîn, neçarin ku hemû hewldanên xwe ji bo azadî û rizgariya Şengalê zêdetir bikin. Hemû Êzîdiyên li Ewropa, Rûsya, Ermenistan, Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê dijîn pêwîste ji bo azadiya Şengalê rêxistinbûna xwe xurt bikin, heya ku Şengal negihêje xweseriya xwe ya demokratîk û xweparastina xwe divê rûnenin. Dem dema ji bo hebûn û azadiya Êzîdiyan têkoşîn meşandin û xistina garantiyê ye.

Şengal roja Êzîdiyan e. Ango cihê ku rûyê xwe didinê û ya wê bidinê ye. Pêwîste hemû ciwanên Êzîdî berê xwe bidin Şengalê. Tevlî nava refên YBŞ – YPJ bibin; divê yekîneyên parastina Şengalê xurt bikin. Pêwîste hemû Êzîdî hemû tiştên xwe veguhêzin Şengalê ji bo Êzîdî xwerêvebirin û jiyana xwe ya cewherî pêk bînin. Ji ber ku heya Şengal azad nebe û xweparastin û xwerêvebirina xwe pêk neyne, hebûn û jiyana azad a ti Êzîdî li ti cihî di garantiyê de nabe. Heya Şengal azad nebe ji bo Êzîdiyan li ti cihê tehma jiyanê çênabe. Ji bo Êzîdiyan ya her tiştî ava bike, watedar bike li ser esasê rizgarkirina Şengalê tenê û tenê li her cihî xwe gihandina jiyana azad e.“

‘AZADKIRINA ŞENGAL Û ÊZÎDIYAN TALÎMATA RÊBER APO YE

KCK’ê di daxuyaniya xwe de cih da xisûsan:

“Wek heta roja îro, îro jî ji bo hebûn û jiyana azad û demokratîk a Êzidiyan têkoşîn, ji bo vê ger pêwîst bike dayîna her cure berdêlan, deynê mirovatî, dîrokê ye. Azadkirina Şengal û tevayî Êzidiyan fermana dîrokê û Rêber Apo ya ji bo me ye. Em ê bi bicihanîna vê fermanê mutleq hesretên Derwêşan, Edûleyan, Mem û Zînan pêk bînin. Gerîlayên me yên Edûle û Derwêşên hemdem in bi ruhê fedayî wê fermana dîrok û Rêber Apo ya azadkirina Şengalê weke duh îro jî bi rûmet wê bîne cih.”

Di salvegera komkujiya Şengalê de em bang li hemû gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin ji bo azadiya Şengalê werin gel hev û bi yekitî tevbigerin dikin. Em careke din soz didin ku hêvî, hesret û xeyalên azadiyê yên di destê DAIŞ’ê de dîl in, teqez pêk bînin, evîna Kurd a evîna jiyana azad a Edûlê û Derwêşan, Mem û Zînan e li van xakan pêk bînin.