Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya ku cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG'ê li deriyê sînor ê Xabûrê disekinîne, astengiyeke din a bi heman rengî li Kobanê jî pêk anî. Ji ber ku destûr nehat dayîn 12 cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê yên ji Kobanê derbasî Pirsûsê bên kirin, li Kobanê tên sekinandin. Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Arîf Balî got, "Divê dewleta Tirk dest ji bêhurmetiya li cenazeyên zarokên gelê Kurd berde."
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ'ê yên di operasyonên cuda yên meha dawî de li Kobanê û pêngava rizgarkirina Sirînê de jiyana xwe ji dest dan, piştî kar û barên li Kobanê ji bo radestî malbatan bên kirin rayedaran xwestin derbasî Pirsûsê bikin. Lê belê rayedarên dewleta Tirk bêyî ku daxuyaniyekê bidin, biryara Qeymeqamtiya Pirsûsê hincet nîşan dan û destûr nedan derbaskirina cenazeyan. Ji ber vê astengiyê cenaze, ji bo demekê li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.
'AKP'Ê RÛYÊ XWE YÊ RAST CAREKE DIN NÎŞAN DA'
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Arîf Balî nerazîbûn nîşanî astengiya hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk a li pêşiya derbaskirina cenazeyan da û destnîşan kir ku dewleta Tirk û AKP'ê bi helwesta xwe ya li hemberî cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê re rûyê xwe yê rast careke din nîşan daye. Balî got, "Hikûmeta AKP'ê bi vê helwesta xwe ya li hemberî cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê yên ji bo tevahiya mirovahiyê şer kirine, nîşan daye ku di têkoşîna parastina nirxên mirovahiyê de li kîjan alî cih digire."
Balî bibîr xist ku cenazeyên derbaskirina wan hatin astengkirin ên şervanên di operasyonên meha dawî de li Kobanê û pêngava rizgarkirina Sirînê de cih girtine û anî ziman ku helwesta dewleta Tirk a li hemberî şervanên jiyana xwe ji dest dane, nîşan dide ku îdîayên xwe yên têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê çiqasî dûrî ji rastiyê ne.
BANGA LI DEWLETA TIRK: HURMETÊ NÎŞAN BIDE!
Balî bang li dewleta Tirk ku dest ji astengkirina derbaskirina cenazeyan berde û ev bang kir: "Ez bang li dewleta Tirk dikim ku hurmetê nîşanî miriyê ewladên leheng ên gelê Kurd bide. Cihê vê polîtîkayê di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne. Ji xwe ti dijminatiyeke me li hemberî dewleta Tirk jî nîne."
Balî anî ziman ku heta destûr bê dayîn, wan cenaze bi awayekî demkî li Goristana Şehîd Dîcle veşartine.
'BI VÊ POLÎTÎKAYÊ RE ENCAM NAYÊ GIRTIN'
Balî da xuyakirin ku tevî cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG'ê yên li deriyê sînor ê Silopiyayê tên sekinandin re heta niha bi giştî cenazeyên 30 şervanan li deriyên sînor ên Kobanê û Silopiyayê hatine sekinandin û got, "Her bihosta xaka Kurdistanê ya şehîdên me ye, em dikarin şehîdên xwe li vir jî bi awayekî hêjayî wan, veşêrin. Ev der jî, her xaka çar aliyên Kurdistanê jî herî zêde xaka wan e." Balî diyar kir ku ji ber malbat dixwazin biçin ser gora zarokên xwe, kulîlkekê deynin ser gorê, tasek av lê bikin, xwestine cenazeyan bibin Bakurê Kurdistanê. Balî da xuyakirin ku ne pêkane dewleta Tirk bi van polîtîkayan re encamekê werbigire û got, "Ev polîtîkaya dewleta Tirk û AKP'ê tevkariyê li aştî, demokrasiyê nake."
BANGA LI RAYA GIŞTÎ
Balî herî dawî bang li raya giştî kir û got, "Em dixwazin her kes li hemberî vê pêkanîna derveyî mirovahiyê ya li hemberî zarokên me, li hemberî şehîdên me bikeve nava tevgerê. Divê demek ji ya din zûtir şehîdên me bigihêjin malbatên xwe û bên veşartin."
ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê YÊN CENAZEYÊNW AN TÊN SEKINANDIN
"Mehmet Akyuz (Têkoşer Fîrat), di sala 1998'an de li Amedê ji dayik bû
Hasan Teymûr (Agir Wan), di sala 1997'an de li Wanê ji dayik bû
Leyla Yîgît (Aryen Amed), di sala 1996'an de li Colemêrgê ji dayik bû
Ûmût Karadag (Serhed Êrîş), di sala 1992'an de li Mersînê ji dayik bû
Ferhat Kaya (Fûat Tolhildan), di sala 1996'an de li Bedlîsê ji dayik bû
Şiyar Bor (Zagros Azad), di sala 1997'and e li Colemêrgê ji dayik bû
Serhat Bor (Rûbar Azad), di sala 1998'an de li Colemêrgê ji dayik bû
Dîlan Sogut (Dîrok Akîba), di sala 1997'an de li Stenbolê ji dayik bû, bi eslê xwe ji Mêrdînê ye
Kamûran Kaya (Serhlidan Agirî), di sala 1993'an de li Agirî ji dayik bû
Hamza Cansîn (Goran Riha), di sala 1996'an de li Rihayê ji dayik bû
Salîh Aygun (Rustem Cûdî), di sala 1997'an de li Dîlokê ji dayik bû
Ridvan Çelîk (Egîd Huseyîn), di sala 1989'an de li Mûşê ji dayik bû."