Operasyonên li derdora Hesekê didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî encamên operasyona nû ya li bajarê Hesekê dabûn destpêkirin bi daxuyaniyekê ragihand. Gundê Recman hat rizgarkirin û wesayîteke bombebarkirî hate rûxandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî encamên operasyona nû ya li bajarê Hesekê dabûn destpêkirin bi daxuyaniyekê ragihand. Gundê Recman hat rizgarkirin û wesayîteke bombebarkirî hate rûxandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan operasyonek nû li başûr rojhilatê Hesekê dane destpêkirin û di encamê de gundê Recman hate rizgarkirin. Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Operasyonên hêzên me yên ku navenda Hesekê ji çeteyan paqijkirin berdewam dikin.

Hêzên me şevê din li başûrrojhilatê Hesekê operasyonek nû destpêkirin. Di operasyonê de gundê Recman ê çete têde bi cih bibûn hat hedef girtin. Komên çeteyên ku dixwestin pêşketina hêzên me asteng bikin bi maşîneke teqemenî barkirî êrîş li dar xistin. Hêzên me ev êrîş jî vala derxistin û derbên giran li çeteyan xistin. Bi vê operasyonê ve gundê Recman jî hat azadkirin.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”