Cenazeyên 10 roj in li sînor tên rawestandin derbasî Bakur bûn

Cenazeyên 13’ê şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê yên 10 roj in dihatin astengkirin, derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Cenazeyên 13’ê şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê yên 10 roj in dihatin astengkirin, derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Nûnera DBP’ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglu ji RojNewse re ragihand ku îşev saet 22.30 cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê 26’ê Tîrmehê 24 saetan ji aliyê sayîşa PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hatin rawestandin û piştre jî li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin astengkirin.