BI DÎMEN

Dewleta Tirk dixwaze Qendîlê ji mirovan paqij bike

Hevşaredarê Binarên Qendîlê Mihemed Hesen diyar kir ku komkujiya li gundê Zergelê sûcê li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk paqijkirina Qendîlê ji mirovan e.

Hevşaredarê Binarên Qendîlê Mihemed Hesen diyar kir ku komkujiya li gundê Zergelê sûcê li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk paqijkirina Qendîlê ji mirovan e.

Hevşaredarê Binarên Qendîlê Mihemed Hesen daxuyakirin ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê de li gundê Zergelê 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.

Hesen anî ziman kue v yek komkujiyeke li dijî mirovahiyê ye û got, "Bê guman hemû kesên jiyana xwe ji dest dan hemû sivîl bûn û bê guneh bûn. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku pêşî li êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bigirin. Ji ber ku yên ji van êrîşan zerarê dibînin welatiyên sivîl ên li Qendîlê ne. Bê guman berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê dewleta Tirk e. Ne cara yekemîn e ev çend car in komkujiyê dike li hemberî gundiyên Qendîlê. Hemû hêzên piştgiriyê bi vê êrîşê dikin, tawanbarin ji vê komkujiyê. Dewleta Tirk dixwaze herêma Qendîlê ji mirovan paqij bike û bike qadeke şer, ku karibe çekên kîmyewî jî li ser bibarîne. Em bang li gelê xwe dikin ku cih û warên xwe ti carî neterikînin û nehêlin Tirkiye bigihêje armanca xwe."

Ji şêniyên herêmê Emîne Mihemed jî destnîşan kir ku yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan mirovên bê guneh bûn û ji bilî Kurdbûyînê ti sûcekî xwe nebûn.

Emîne Mihemed got, "Kurd hemû bira ne, em hemû yek in, divê em destê xwe bidin hev, piştgiriyê bidin hev. Em ji hêzên navneteweyî dixwazin ku dest li vê pirsgirêka Kurd werdin û çareser bikin. Hikûmeta AKP'ê ku xwe weke Misilman dibîne, bi pêkanînên xwe re dûrî Îslamê, dûrî mirovahiyê ye. Ji kesayetiyê dûr e. Daxwaz me ji Barzanî ew e ku helwestê nîşan bide û çavên xwe li êrîşên li hemberî binarên Qendîlê negire. Pêwîste pêşî li hikûmeta AKP'ê bigire, ne ku pêşî lê veke ku bomberdûman bike. Ji Barzanî dixwazim ku di vî warî de helwesteke baş nîşan bide."