Rêveberiya Çapemeniyê ya Kantona Cizîrê destûra karê kanalên Rûdaw û Orient TV betal kir, rêveberiya çapemeniyê bi sedema, “propagandaya dijminatiya gelê Kurd, sazî û şehîdên wê dikin” destûra ku dabû wan betal kir.
Rêveberiya Çapemeniyê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî da û li tevahî dezgehên çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê destûra kar ji hin kanalên televizyonan ên li Kantona Cizîrê dixebitin ji ber ku propagandaya tundî û tevliheviyê dikin û pêkhateyên Sûriyeyê li dijî hev û du bi belavkirina fikrên şovenîst û nîjadperest sor dikin, kişandiye.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev zêdetirî 2 sal in, ji bo atmosfêreke destdayî ji karên çapemeniyê re bê peydakirin, sazî û dezgehên çapemeniyê ji bo kar û xebatên çapemeniyê li Kantonê Cizîrê bê birêxistinkirin, derfetên xwe pêşniyar kirin. Ji ber vê yekê bi dehan kanalên televizyonan ên hundir, herêmî û navneteweyî sûd wergirtin. Tevî ku ti qanûn an belgeyeke exlaqî ya taybet bi xebatên çapemeniyê tine ye jî gelek dezgehên çapemeniyê xebatên xwe bi rêk û pêk dane meşandin.
Hemû xebatên birêxistinkirina karên çapemeniyê tenê li gorî belgeyên rûmeta rojnamevantiya cîhanî dihat meşandin. Di encamê de Rojava bi giştî û Kantona Cizîrê bi taybet li gorî piraniya dewletên herêmî û tevahî Sûriyeyê devera herî vekirî ji çapemeniyê re bû. Azadbûna rojnamevanan li kantona Cizîrê nîşana vê yekê ye.
Rêveberiya Çapemeniyê ya Kantona Cizîrê bi biryareke fermî ji aliyê serokatiya Meclîsa Rêveber a Kantonê ve hat avakirin. Li ser vê yekê û ji bo asta azadiya çapemeniyê baştir bibe, me lêkolîneke berfireh der barê rewşa dezgehên çapemeniyê yên li Kantona Cizîrê dixebitin çêkir û hemû rojnamevanên ku destûra kar wergirtine hatin lêkolînkirin. Her wiha hin rêveberên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne girtine bi rojnamevanan re nabin hevkar, agahî û daxuyaniyan nadin wan û hemû şêwazên astengkirina rûtînî yên bi zanebûn û bê zanebûn.
Her wiha ji bo rêgirtina li pêşiya rewşên derveyî exlaqî yên hin dezgehên çapemeniyê û hin rojnamevanên ku ji azadiya çapemeniyê sûd werdigirin û propagandaya dijminatiyê dikin û nûçeyên derew belav dikin. Şêwazên alîgirtina siyasî dûrî rastiya çapemeniyê ku êrîşî aliyekî li ser hesabê aliyekî din bikin. Li gel bikaranîna nasnameyên ku wan ji saziya berê “Yekîtiya Ragihandina Azad” û buroya çapemeniyê û herî dawiyê jî ji Rêveberiya Çapemeniyê di kar û misyonên ne rojnamevantiyê de.”
Rêveberiya Çapemeniyê di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku piştî çavdêriya navaroka çapemeniyê ya hin kanalên li Rojava dixebitin hatin kirin, Rêveberiya Çapemeniyê biryar girt ku destûra kar ji kanalên Rûdaw û Orient bikişînin û wiha domand: “Li ser vê yekê û çavdêriya me ji naveroka çapemeniyê ya hin kanalên destûra kar li Rojava wergirtine, piştî diyar bû ku kanalên Rûdaw ku navenda wê li Hewlêrê ye û Orient ku navenda wê li Dûbaîyê ye, nûçegihan û karmendên xwe yên li kantona Cizîrê ber bi xeteke dûrî rastiyê ve bi rê ve dibin, me wekî Rêveberiya Çapemeniyê ya Kantona Cizîrê biryar girt ku destûra kar ji van her du kanalan bikişînin. Her wiha hemû destûrên ji wan re hatine dayîn bêne betalkirin. Ev her du kanal dûrî exlaqên çapemeniyê tevdigeriyan û mijar, bûyer, quncik û xetên dûrî rastiyê digirtin dest. Her wiha berjewendiyên hêzên siyasî û partiyên ku ew fînanse dikin bi propagandayê dijminahiya gelê Kurd, sazî û şehîdên wê li Rojava dikirin. Êrîşên wan ên li dijî şoreşa gelê Kurd rêbazekî siyasî ye û beriya demekê hatiye plankirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: “Ziyanên ji ber derewên kanalên Orient û Rûdaw derbarê rewşa civakî, siyasî, aborî û ewlekariyê de li Rojava çêbûne, bi awayekî sîstematîk di heman dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de li dijî hebûna gelê Kurd hatine weşandin. Van her du kanalan propagandaya dijminahiya bi gelê Kurd re û belavkirina fikrên şovenîst û nijadperest di nava pêkhateyên Sûriyeyê de. Her wiha azadiya karên çapemeniyê di reşkirina saziyên sivîl bêyî ti belgeyan nîşan bidin dikirin. Gelek caran ji bo her du kanal xetên xwe biçespînin, nûçegihanên xwe derew derdixistin.
Li gorî van hemû pêşveçûnan Rêveberiya Çapemeniyê ji ber ku her du kanal dûrî exlaqên çapemeniyê ne û ne li gorî baweriya gelên Rojavayê Kurdistanê ne. Em ji hemû kes û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji ber derewên van her du kanalan ziyan dîtine re dibêjin ku giliyên xwe bi awayekî qanûnî ji dadgehên têklîdar re bikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Em wekî Rêveberiya Çapemeniyê wekî aliyekî fermî kar û xebatên çapemeniyê li Kantonê bi rêxistin dikin û em bi hemû hêza xwe hewl didin karê çapemeniyê li herêmê baştir bikin û hemû astengiyên li pêşiya rojnamevanan rabikin. Her wiha saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbarê şêwaza danûstandina bi rojnamevanan re perwerde dikin, şêwaz û nêzîkatiyên ku pîroziya karê çapemeniyê erzan dikin, tine bikin. Em weşanên her du kanalan li gorî etîka çapemeniyê nabînin. Ji ber vê yekê cihê kanalên ku saziyên gel reş dikin û destûra ku wan wergirtine di karên reşkirinê de bi kar tînin tine ye.”
Rêveberiya Çapemeniyê ji hemû dezgehên çapemeniyê ku ziyan ji ber dayîna destûrê ji van herdu kanalan re lêborîna xwe xwest û wiha hate gotin: “Di dema ku em lêborîna xwe ji hemû kesên ziyan dîtine dixwazin, em bang li hemûyan dikin ku pîroziya karê çapemeniyê biparêzin û bixin xizmeta civaka xwe û li gorî exlaqên civakê tevbigerin. Her wiha destdirêjiyên li karên çapemeniyê bi awayekî pîşeyî eşkere bikin.”
Daxuyaniya Rêveberiya Çapemeniyê ya Kantona Cizîrê wiha bi dawî bû: “Em vê daxuyaniyê wekî agahdariyeke fermî ji hemû karmend û xebatkarên herdu kanalên Rûdaw û Orient li kantona Cizîrê nîşan didin ku destûrên wan wergirtine di van du rojan de radestî komîteya qanûnî ya Rêveberiya Çapemeniyê bikin. Em maf didin hemû aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku eger wan ev biryar binpê kirin, bigirin.”