Civîna Şaredariya Sûrê îro li Çemê Ambarê bû

Şaredariya Sûrê ya Amedê di civîna xwe ya meclîsê ya vê mehê de jî behsa xebatên xwe yên şaredariyê kirin.

Şaredariya Sûrê ya Amedê di civîna xwe ya meclîsê ya vê mehê de jî behsa xebatên xwe yên şaredariyê kirin.

Şaredariya Sûrê wekî ji destpêka karê xwe yê vê serdemê de hemû civînên xwe yên meclîsê bi tevlîbûna gel pêk tîne, vê carê jî civîna xwe li gundê Çemê Ambarê (Koprubaşi) pêk anî. Di vê civîna meclîsê de jî Hevşaredarên Sûrê bi xelkên gund re agahiyên der barê karên kirine û yên plan dikin, parvekirin. 

Wekî hemû civînên meclîsê yên ji gel re vekirî vê carê jî civîn li Taxa Çemê Ambarê yê li ser rêya Silîva pêk hat. Civîn bi tevlîbûna Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn, rêveberiya DBP’a navçeya Sûrê, endamên meclîsa şaredariyê û gerînendeyên beşan ên şaredariyê û bi tevlîbûna xelkên Taxa Çemê Ambarê hate lidarxistin.

Di vê civînê de behsa hatin û çûyînên diravî yên şaredaeriyê yên meha Tîrmehê bi gel re hate parvekirin û paşê jî behsa xizmetên şaredariyê yên ku li van deveran hatine kirin bi gel re hate parvekirin û dawî jî li pirsgirêkên gel hate guhdarîkirin. 

Seyid Narîn di dema xwendina xebatên şaredariyê de ji xelkê taxê re got ji bîr nekin ku ev civînên me yên ji gel re vekirî bi çi armancê tên lidarxistin. Narîn got, “Di van civînan de em dixwazin rasterast pirsgirêkên ku hene ji devê xwediyê pirsgirêkê bibihîzin. Bê ku kesek bikeve navbera me, em rasterast li hev guhdarî bikin û li gorî imkanên xwe bi hev re jî rêyeke çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re bibînin.”

Narîn bal kişandin ser xebatên Gerînendehiya Karên Fenê û got ku niha li sê taxan ku di nava wan de Çemê Ambarê jî heye xebatên kevirdanîna piyarêyan û sererastkirinên rêyên gundan tên kirin.

Narîn der barê karê ku tê meşandin de wiha got: “Ji 200 hezar metreyên ku me dabû ber xwe di sala 2014’an de 184 hezar metre qediyaye û ew karên ku maye jî wê di nava vê hefteya pêşiya me de li hin taxên din ên wekî Çarikli û Arzuoglu bên destpêkirin.”

Piştî axaftina Narîn li xelkên taxê hate guhdarîkirin û yek bi yek pirsgirêkên ku behsa wan hatin kirin, hatin nîqaşkirin û ji aliyê şaredariyê ve hatin notkirin. 

...