Xebatên vemirandina şewata li Çiyayê Bagokê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên DBP’ê û gel ve ku hê dewam dikin, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo vemirandina şewata her diçe mezin dibe banga seferberiyê kir.
Şewata li Çiyayê Bagokê ya li derdora gundê Marînê yê girêdayî Nisêbînê ku hê nehatiye kontrolkirin, xebatên vemirandina şewatê, bi tevlîbûna Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Serokên Daîreyan, Hevşaredarên Nisêbînê, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DBP û HDP’ê û gel didomin.
Hat diyarkirin ku şewat li herêmeke 70 km didome û bi bandora ba her diçe mezin dibe. Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn ji bo gel tevlî xebatên vemirandina şewatê bibe bang kir.
Di bangê de wiha hat gotin, “Eger wiha dewam bike em bi fikar in ku şewat bigihêje navçeya Hezex a Şirnexê. Ji bo xebatên vemirandina şewatê em alîkariyê ji gelê dixwazin. Em dixwazin hemû welatiyên me ji bo xebatên vemirandina şewata li Çiyayê Bagokê seferber bibe.”