Meclîsa Azadiya Jinan banga ji bo deriyê sînor kir
Meclîsa Azadiya Jinan, ji bo cenazeyên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê radestî malbatan bên kirin daxuyanî da.
Meclîsa Azadiya Jinan, ji bo cenazeyên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê radestî malbatan bên kirin daxuyanî da.
Meclîsa Azadiya Jinan ji bo wergirtina 13 cenazeyên HPG, YPG û YPJ'ê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên rawestandin bang li hemû jinan kir xwest biçin sînor.
Meclîsa Azadiya Jinan ji bo 33 cenazeyên aydî YPG'î, YPJ'î û HPG'î yên ku li Deriyên Sînor ên wekî Dêrik, Murşîtpiranê bi biryara Lijneya Wezîran rawestandinê û teslîmnekirina malbatan daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wan ciwanan li Sûriyeyê ji bo cîran, heval, gelê kurd ji DAIŞ'ê biparêzin çûn. Niha cenaze hatin. Hûn ji van cenazeyan çi dixwazin."
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin û hate xwestin ku ji bo wergirtina cenazeyan di 6'ê Tebaxê de saet di 15.00'an de li Deriyê Sînor ê Xabûrê bên cem hev û wiha hate gotin: "Em bang li hemû jinan dikin ku ji hezkirinê mezintir qanûn tuneye, ji kedê mezintir qanûn tuneye. me hez ji van ciwanan kir me ked da wan. Hûn ê wan bidin me, em ê wan bişon ji ber germê birizin jî em ê wan ji cilên wan nas bikin. dibe ku ji bejn û bala wan nas bikin, em ê li ser wan nobetê bigirin. Em ê mil bidin û wan rakin bigihînin axê. Bila ti kes pirsa hûn çima îsyan dikin li me nekin. Heke cihan bi zalîmên ku mafên definkirinê xesp dikin tijî bin di heman demê de bi yên li dijî vê yekê îsyan dikin ve jî tijî ye."