Heyeta YNK û Goran li Zergelê lêkolîn kir

Ji heyeta YNK û Tevgera Goran parlamenter Salih Faqih û Ewar Îbrahîm piştî lêkolînên xwe yên li gundê Zergelê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê tavilê bikevin nava tevgerê.

Ji heyeta YNK û Tevgera Goran parlamenter Salih Faqih û Ewar Îbrahîm piştî lêkolînên xwe yên li gundê Zergelê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê tavilê bikevin nava tevgerê.

Parlamenterê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Salih Faqih ku yek ji encamê heyetên li gundê Zergelê lêkolîn kiriye, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir. Faqih da xuyakirin ku daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya şermezarkirina êrîşê têrê nake û destnîşan kir ku divê her sê serokên herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê bikin an jî bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin, ku pêşî li êrîşên bi vî rengî bigire. Faqih her wiha hêviya xwe ya ji bo dewamkirina pêvajoya çareseriyê anî ziman û destnîşan kir ku bi vê yekê re Partiya Demokratîk a Gelan dikare hîn bêhtir têkoşîna demokrasiyê bi xurtî bimeşîne û gelê Kurd jî mafên xwe bi rêyên demokratîk bi dest bixin. Faqih ji dewleta Tirkiyeyê xwest, dawî li êrîşên xwe û komkujiya sivîlan bîne.

Parlamentera Tevgera Goran Ewar Îbrahîm jî, ji malbatên hemû welatiyên di êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û got, "Weke heyetek ji parlamenterên Tevgera Goran û YNK'ê em hatin vê herêmê ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl. Li ser mijarê em ê raporekê amade bikin û radestî Parlamenta Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha weke me ji Serokatiya Parlamentê xwestin ku li ser mijarê rûniştineke awarte bê lidarxistin û di vê rûniştinê de rê û rêbazên pêşîgirtina li van êrîşan bê nîqaşkirin."

Şêniyê gundê Zergelê Nebî Hesen Resûl da xuyakirin ku di encama êrîşa hovane ya balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê de 8 welatiyên wan jiyana xwe ji dest dan, gundê wan bi temamî wêran bûye û got, "Mizgeft, dibistana gund wêran bûn. Xaniyên li gund ên bombe lê ketin bi temamî hilweşiyan, yên mayî jî cam û deriyên wan şikestin. Ji hemû welatiyên Kurd ên bi şeref, ji hemû xêrxwazên cîhanê daxwaz dikim, bang li Neteweyên Yekbûyî, DYA, Yekîtiya Ewropa dikim ku li dijî vê hovîtiyê derkevin. Dewleta Tirk mîna rejîma Saddam Huseyîn gundan wêran dike. Yekem berpisryarê komkujiyê Erdogan ê wehşî ye."