Malbatên 11 şervanan li Taxa Mehserê di çalakiya nobetê de ne

Ji bo cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi hinceta biryara Desteya Wezîran, destûr nadin bên wergirtin û li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin, li pêşiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Pirsûsê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Malbatên şervanan bi armanca nerazîbûnê nîşanî bi biryara Desteya Wezîran a destûr nayê dayîn 11 cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê yên li Rojava di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatan bên kirin, li Taxa Etmanek a li ser sînorê Kobanê dest bi nobetê kirin. Malbat di çalakiya xwe de bi israr bûn û ji ber vê sedemê li Taxa Mehserê dest bi nobetê kirin.

Ji bo cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi hinceta biryara Desteya Wezîran, destûr ji bo derbasbûna wan nayê dayîn û li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin, li pêşiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Pirsûsê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Bi sedan kesên ku di nava wan de Parlamenterên HDP’ê ya Riha yê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan, pêkhateyên Platforma Aştî û Demokrasiyê hene wêneyên 11 şervanan û pankart vekirin û dest bi meşê kirin. Welatiyan bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” heya Meydana Cûmhûriyetê meşiyan.

Li vê derê Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Pirsûsê Salîha Çelik daxuyanî da û got ku, cihê vê pêkanînê di ti olan de tine ye, weke dayikên aştiyê bi israr daxwaz dikin ku divê li ser cenazeyan zextê li ser gel nekin. Hevserokê DBP’ê yê bajêr Îsmaîl Kaplan jî, 10 rojan li Deriyê Sînor ê Xabûr sekinandina 13 cenazeyan bibîr xist û got ku tişta ku tê kirin ne ol, ne wijdan û ne jî exlaq qebûl dike. Kaplan diyar kir heya cenaze bên dayîn wê li Taxa Etmanek çalakiya nobetê ya bêdem bidin destpêkirin.

Girseya ku di nava wan de malbatên şervanên YPG/YPJ’ê yên ji qeymeqamtiyê destûr xwestine û wesayîtên xwe ve ber bi taxê ve ketin rê, rêya wan di ketina Etmanekê de ji aliyê wesayîtên zirxî ve hat qutkirin. Leşkeran gotin ku bi destûra waîitiyê destûra ketina taxê nadin. Dema hewldanên parlamenterên HDP’ê jî bê encam man, girse derbasî Taxa Mehserê bû.

Hat diyarkirin ku nobeta vê derê heya cenazeyan bidin wan wê berdewam bikin.