Komkujiya Şengalê li Kampa Newroz hat şermezarkirin

Meclîsa Damezrîner a Êzîdiyan û Rêveberiya Kampa Newroz bi boneya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Êzîdî yên Şengalê pêk anî xwepêşandanek li dar xistin.

Meclîsa Damezrîner a Êzîdiyan û Rêveberiya Kampa Newroz bi boneya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê  ya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Êzîdî yên Şengalê pêk anî xwepêşandanek li dar xistin.

Bi boneya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Şengalê, Meclîsa Damezrîner a Êzdiyan û Rêveberiya kampa Newroz xwepêşandanek bi beşdarbûna sedan welatiyan organîze kirin.

Di xwepêşandan û merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê de Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, cîgira wî Elîzabêt Gewriyê, Şêwirmendê Hevserokatiya Kantonê Îbrahîm Ishaq, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer, Seroka Desteya Darayî Remziye Mihemed, Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mıhemed Fatimê, cîgira wî Hemrîn Elî, Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan, Cîgirê  Desteya Mafên Mirovan Welîde Hesen û bi sedan welatî amade bûn.

Girseya gel di destpêkê de li qada Şehîd Cemal a kampa Newroz bi cilên xwe yên herêmî yên Şengalê kom bûn û li ser kenze xwe wêneyên komkujiya Şengalê çêkiribûn û kemberên ku li ser Şengal bi rengê sor hatibûn nivîsandin rakiribûn. Her wiha pankartên bi nivîsên “3’ê Tebaxê rojeke reş di dîroka welatiyên Êzîdî de”, “Jinên Êzdî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin rizgar bikin”, “Şengal sembola dîrok û şaristaniyê ye”, “Şengal sembola hebûnê û lêvegera êzdiyan e” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên reş û yên YBŞ’ê bilind kirin.

Girseya gel piştî ku di nava kolanên kampê re geriyan berê xwe dane rêya sereke ya bajarê Dêrikê û piştî gihîştin gundê Bane Qesrê vegeriyan Kampê û li vir merasîmeke bîranîna cangoriyên komkujiyê li dar xistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Pîr û Endamên Meclîsa Damezrîner a Êzîdiyên Şengalê daxuyanî xwend û wiha got: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de welatiyên Êzîdî yên herêma Şengalê ji destên çeteyên DAIŞ’ê xwedî fikrên radîkal rastî qirkirineke herî dijwar di sedsala 21’an de hatin.”

Di daxuyaniyê de her wiha vekişandina pêşmergeyên PDK’ê beriya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi tundî şermezar kirin û wekî xiyaneta mezin li dijî welatiyên Êzîdî bi nav kirin.

Di dawiya daxuyaniya de Meclîsa Damezrîner a Êzîdiyan bang li hemû hêzên Kurdistanê û navneteweyî kir ku hevgirtin û alîkariya bi welatiyên Êzîdî re bikin û bajarê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Her wiha banga cezakirina hemû aliyên ku destên wan di vê komkujiyê de hene kirin.

Piştre Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axivîn û çeteyên DAIŞ’ê bi tundî şermezar kirin. Di axaftinan de hate gotin ku komkujiya li dijî welatiyên Êzîdî hebûna tevahî gelê Kurd hedef digirtin. Her wiha pesna berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê ku bi hezaran welatiyên Êzîdî ji komkujiyan rizgar kirin dan û dane zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wê bi hemû hêza xwe parastina Êzîdiyan û hemû pêkhateyên herêmê bike.

Di merasîmê de Cîgira Meclîsa Rêveber Elîsazbêt Gewriyê, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer û li ser navê jinên Êzdî Buhar Yûsif axivîn û komkujî şermezar kirin. Di axaftinan de destnîşan kirin ku komkujiya li dijî Şengalê di serî de li dijî jinan bû û pesna vîna azad a jinên Êzîdî dan. Her wiha soz dan ku heta hemû jinên Êzdî ji destên çeteyan tên rizgarkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Li aliyê din Rêveberê Kampa Newroz Hekîm Mustefa axivî û spasiya beşdarên merasîmê kir. Mustefa diyar kir ku ew wekî rêveberiya kampê wê bi hemû hêza xwe alîkariya koçberên Şengalê heta vedigerin malên xwe bikin.

Merasîm bi dirûşmên şermezarkirina kujerên komkujiyê û reva pêşmergeyên PDK’ê bi dawî bû.

Di heman çarçoveyê de ciwanên Şengalê konekî çalakiyan di destpêka kampê de vedan. Bi dehan ciwanan çalakî destpê kirin. Di çalakiyê de gelek dayik jî beşdar bûn û sirûd û qewlên ku çîroka komkujiyê vedibêjin vegotin.

...