Heyetên HDP û CHP’ê yên bi banga Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hevdîtin pêk anîn, xwestin bêpevçûnî pêk were. Hat diyarkirin ku di civînê de ji bo aştiya civakî tiştên bên kirin hatine destgirtin.
Hevdîtina di navbera heyetên HDP û CHP’ê ya bi armanca, berdewamkirina pêvajoya çareseriyê û bidawîkirina pevçûnan bi dawî bû. Di axaftina piştî hevdîtinan de banga bêdengkirina çekan hat kirin.
ALTAY Ê CHP'YÎ: EM Ê ÇAWA BIGIHÊJIN AŞTIYÊ EM AXIVÎN
Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Altay got, "Di hevdîtinê de me ne koalîsyon, îro em ê li Tirkiyeyê çawa bigihêjin aştiyê em axivîn.
BALÛKEN: DIVÊ DERBASÎ BÊPEVÇÛNIYÊ BIBIN
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken jî got ku hevdîtineke erênî pêk anîne û wiha dewam kir: "Ji bo kanalên diyalogê vekirî bimînin hêviyeke mezin heye. Hevdîtina îro ji bo bicihanîna heviyên gelên me û rehetkirina civakê pir girîng bû.”
Balûken herî dawî got: “Em wer difikirin ku pêwîst e çek ji dewreyê bên derxistin. Divê her du alî jî destên xwe ji tetîkê bikişînin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e derbasî bêpevçûniyê bibin.”