Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Zergelê lêkolîn kir

Heyetên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Tevgera Azadî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hizbê Şûiyê Kurdistanê, gundê Zergelê yê Qendîlê ku dewleta Tirk bombebaran kir, ziyaret kir.

Ziyaretên heyetan ji bo gundê Zergelê ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, dewam dikin.

Îro jî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Zergelê lêkolîn kir. Nûnerên Rêxistina Efûyê dîmenê gund kişandin, bi birîndar û gelê Qendîlê re hevdîtin kirin û hat ragihandin ku wê piştre li ser mijarê raporekê amade bike.

TEVGERA AZADÎ: TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE

Heyeta Tevgera Azadî jî hat Qendîlê û li cihê komkujiyê lêkolîn kir. Hevserokê Tevgera Azadî Mûhammed Abdûllah li cihê komkujiyê daxuyaniyek da û got, "Gelê Kurd di şer de berdêlên giran daye, em dizanin ku komkujiya li Zergelê ne ya yekemîn e. Têkoşîna li Şengal, Başûrê Kurdistanê û Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê dayîn, têkoşîna Kurdan a li ser navê mirovahiyê tê meşandin e. Li hemberî serketinên li Rojava û Kurdên li Bakurê Kurdistanê yên di hilbijartinê de, dewleta Tirk û Erdogan dest bi şerê li dijî Kurdan kiriye. Têkoşîna azadiyê ya KUrd a ku berî 40 salan bi çend kesan destpê kir îro gelê Kurd gihandiye qonaxa bi destxistina statuyê. Pêwîste herî zêde dewleta Tirk vê bizanibe. Dewleta Tirk bi van êrîşan re întixara xwe amade kiriye. Bi sipartina pişta xwe li NATO'yê re li dijî Kurdan bi salan şer kir. Çawa ku di vî şerî de bi ser neket, wê îro jî bi ser nekeve. Wê nikaribe encamê bigire. Têkoşîna Kurdan a azadiyê wê bi ser bikeve."

HIZBÊ ŞÛIYÊ KURDISTAN: DIVÊ BÊDENGÎ LI HEMBERÎ VÊ KOMKUJIYÊ NEBE

Nûnerên Hizbê Şûiyê Kurdistan ên li gundê Zergelê lêkolîn kirin, piştî hevdîtinan daxuyaniyek da. Li ser navê nûnertiya Hizbê Şûiyê Rewandûz Îbrahîm Baban peyivî û got, "Daxuyaniyên hin derdoran ên ku îdîa dikin ku kampên PKK'ê hatine bombekirin ne rast in. Gundê Zergelê hatiye bombekirin û sivîl hatine qetilkirin. Hikûmeta Tirk hesabê têkçûna xwe ya hilbijartinê bi bombekirina sivîlan dipirse. Em dixwazin careke din bibîr bixin ku bi qetilkirina sivîlan pirsgirêka Kurd çareser nabe. Di serî de Neteweyên Yekbûyî em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku bên li cihê bûyerê vê komkujiyê bibînin û li hemberî vê bêdeng nemînin. Divê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin."