Beştaş: Toza ji helîkopterê hat avêtin bûye sedema şewatê

Heyeta ji aliyê Meclîsê Azadiya Jinan ve hat avakirin, li Licê û Pirsûsê dest bi hevdîtinên xwe kir.

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bi Meclîsa Azadiya Jinan re li Licê lêkolînan dike, got, “Me hêrs û nerazîbûna gundiyan dît. Em bi şahîdan re hatin gel hev, wan ji me re gotin ku, ji helîkopteran madeyeke weke tozê hatiye avêtin, şewata daristanan jî bi vî awayî derketiye, wan ti bersiv ji bo bangên temirandina şewatê re nedîtine, herî dawiyê jî bi HDP û DBP’yiyan re şewat vemirandine.”

Heyeta ji aliyê Meclîsa Azadiya Jinan ve hat avakirin, li Licê û Pirsûsê dest bi hevdîtinên xwe kir.

Destpêkê heyet çû deşta Fîsê ya Licê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin, li herêma daristanî lêkolîn pêk anîn û nimûneyên axê stendin.

Piştre heyetê li 4 gundan lêkolîn pêk anî û bi gundiyan re hevdîtin kirin. Her wiha çûn serdana malbata şervanê YPG’ê Mumîn Kassap (Bager Farqîn) ê cenazeyê wî li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar tê sekinandin, sersaxî ji malbatê re xwestin. Heyeta Jinê li navçeyê bi Qeymeqamê Licê û Hevşaredarê Licê Rêzan Zogûrlû re hevdîtin pêk anî, serdana malbata Hevserok Harûn Erkûş kirin.

Heyeta Jinan wê sibê biçin Pirsûsên der barê komkujiya ku 32 şoreşgeran têde jiyana xwe ji dest da hevdîtinan pêk bînin, wê 6’ê Tebaxê ji bo teslîmkirina cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’ê biçin Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Heyeta Jinan wê rapora xwe ya ku wê di dawiya hevdîtinan de amade bike bi raya giştî re parve bike.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Prof. Dr. Beyza Ustun, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, endamê Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel û Sema Koç, Gulsum Agaoglu, Nîmet Tanrikûlû, Necla Koroglû, Ulku Beytaş, Ezra Elbistan di heyetê de cih digirin.

‘GUNDÎ DIFIKIRIN KU TIŞTÊN SALÊN 90’AN TÊNE NIHA RÛ DIDIN’

Der barê hevdîtinan de Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş agahî da û têkildarî  hevdîtinên bi gundiyan re kirine re wiha axivî: “Gundiyan gotin ku tiştên salên 90’an bi wan didin jiyîn. Gundiyeke ku ji beriya 22 salan rastî heman pêkanînan hat jî got ku ew nû zivirîne gund, dîsa bi şewatan re rû bi rû mane. Me hêrs û nerazîbûna gundiyan dît.

Em bi şahîdan re hatin gel hev, wan ji me re gotin ku, ji helîkopteran madeyeke weke tozê hatiye avêtin, şewata daristanan jî bi vî awayî derketiye, wan ti bersiv ji bo bangên temirandina şewatê re nedîtine, herî dawiyê jî bi HDP û DBP’yiyan re şewat vemirandine.”

‘LICÊ NAVÇEYEKE HATIYE CEZAKIRIN E’

Beştaş diyar kir ku heya niha gelek êş bi gelê Licê dane kişandin û wiha dewam kir, “Licê navçeyeke hatiye cezakirin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji HDP’ê re di rêjeya %98 de deng derketiye, ji ber wê yekê ez difikirim ku bi awayekî aşkera hatiye cezakirin. Lê diyar dike ku polîtîkayên cezakirinê jî nagihêjin encamê. Li gorî çavdêriyên me hin cih taybet hatine hilbijartin, bi mantiqê meşandina kîn û doza xwînê têne cezakirin.”