Li Sêrtê bi dehhezaran kes li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan
Li Sertê bi dehhezaran kes bi dirûşma, “Werin em bi hev re aştiyê bihûnin” li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan.
ANF
SÊRT
sêşem, 4 gelawêjê 2015, 19:06
Li Sêrtê bi dehhezaran kes li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan.
Li Sêrtê bi dehhezaran kes bi dirûşma, “Werin em bi hev re aştiyê bihûnin” li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan.
Bi tevlîbûna 37 rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, di pêşengiya Şaredariya Sêrtê, Baroya Sêrtê û Meclîsa Dayikên Aştiyê re bi dirûşma, “Werin em bi hev re aştiyê bihûnin” meşa aştiyê pêk hat. Bi dehhezaran kesên li ber Şaredariya Sêrtê hatin gel hev bi pankarta, “Bila çek bêdeng bibin aştî biaxive” û “Ji bo aştiyê bila xwîna ciwanên me neyê rijandin” dest bi meşê kirin.
Di meşa ku dirûşmên, “Ji şer re na aştî niha” û “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” hatin gotin, alên YPG/YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, meş li pêşiya Parka Bajêr a Orhan Dogan bi dawî bû.
Piştî meşê Serokê Odeya Doktoran a Sêrtê Ekrem Bîlek daxuyanî xwend û diyar kir ku bi awayekî bi zane bûn piştî hilbijartinan welat ber bi pevçûn û kaosê ve tê birin û got, “Ew çiqas şer qîr bikin jî bila bikin, em aştîxwaz jî hezar qatî bi biryar divê em aştiyê biqîrin.”
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn got: “Em ji vir bang li Erdogan û Davûtoglû dikin, bila tavilê şer bisekine, bila aştî niha çêbibe. Çawa di aştiyê de zarok bavên xwe binax dikin, dîsa di aştiyê de tilîlî û govendên dayikan erd û ezman dihejîne. Em li vê derê soz didin em ê şopdarê aştiyê bin.”