'Em êdî şer naxwazin'

Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî operasyonên komkujiyên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gelê sivîl kiriye û gotin, "Di serî de komkujiya li Zergelê em hemû komkujiyan şermezar dikin."

Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî operasyonên komkujiyên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gelê sivîl kiriye û gotin, "Di serî de komkujiya li Zergelê em hemû komkujiyan şermezar dikin."

Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên li zozanan dijîn, nerazîbûn nîşanî êrîşên hewayî û komkujiyên dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer ji 24'ê Tîrmehê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike dan. Welatiyan gotin 'em êdî şer naxwazin' û ji PDK'ê jî xwest destê xwe ji Kurdan vekişîne.

'BILA HIKÛMET DESTÊ XWE JI KURDAN VEKIŞÎNE'

Jina bi navê Perîhan diyar kir ku ji bo debara xwe bikin ew ji Diyana hatine zozanan û got, "Zarokên min li vir in. Dema dengê balafiran dibihîzin zarokên min ditirsin." Perîhan anî ziman ku jiyaneke bi vî rengî ya ji tirsê nebaş e û got, "Zarokên me ditirsin. Ji bo debara xwe bikin em tên vir. Ev der xaka me ye. Yên êrîşî van deran dikin, mejiyê wan mejiyê DAIŞ'ê ye. Em naxwazin şer hebe. Em aştiyê dixwazin. Dem dengê balafiran tê zarokên min direvin. Bi tirsê tiştek nabe. Em ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwazin ku destê xwe ji Kurdan vekişîne. Wê heta kengî bi vî rengî be? Bi vî rengî nabe. Em vê rewşê qebûl nakin."

'YÊN VÊ TÎNIN SERÊ ME, MEJIYÊ WAN MEJIYÊ DAIŞ'Ê YE'

Ji eşîra Bradoskî dayika bi navê Şemre diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qetil bike, her roj balafir tên û êdî ev rewş nayê qebûlkirin. Dayika Şemre got, "Ji bo debara xwe bikin em hatin vir. Her roj balafir di ser serê me re digerin. Li Qendîlê mirovên bêguneh hatin qetilkirin. Em ditirsin ku wê me jî qetil bikin. Kengî balafir tên zarokên min li derdorê belav dibin û direvin. Yên ku ev anîne serê me çete ne, xayîn in. Yên ku dixwazin mirovan qetil bikin, dixwazin Kurdan qetil bikin e. Ev rewş bi vî rengî dewam nake. Dijmin li me dide. Mesût Barzanî fermanê dide ku Dewleta Tirk van deveran bombe bike. Ew erê dike ku ev der bê bombekirin. Eger destûr nedabûya ev cih nedihat bombekirin. Herêmên Başûrê Kurdistanê tên bombekirin. Em hatin vê derê ji bo pezê xwe biçêrîne, ne ji bo balafir wan qetil bikin. Mesût Barzanî me naparêze."

'EM NAYÊN PARASTIN'

Jina bi navê Este ya bi sewalkariyê mijûl dibe got, "Di meha pêncan de em tên zozanan, di meha nehan de em diçin. Çavkaniya debara me ev zozan in, ev sewal in. Me li vir bexçe çandine. Em naxwazin dest ji vir berdin û biçin. Zarokên me bi şev ji tirsa nikarin razên. Hikûmeta Başûr li vê derê me naparêze. Di serî de ji Mesût Barzanî re dixwazim ji AKP û dewleta Tirk re bêjim; destê xwe ji Kurdan vekişînin. Em naxwazin êdî şer hebe."

'JI BO QETILKIRINA ME TÊN'

Tehmîn Çerx der barê êrîşên hewayî de bi vî rengî nerazîbûnê nîşan dide: "Ji bo çêrandina pezê xwe em hatin vê derê. Ji bo çavkaniya debara xwe em tên vir. Lê belê dewleta Tirk bombeyan li ser me dibarîne. Di vê germê de dema balafir tên, em nizanin bi ku ve biçin. Ji bo qetilkirina me tên. Ji bilî tevgera PKK'ê ti partî û rêxistineke aştîxwaz nîne. Hikûmeta Başûr gelek caran diya rkir ku şer nîne, eger şer tinebe wê demê ev balafir çi ne di ser serê me re digerin? Çima destûrê didin ku balafir bikevin herêmên me."

...