Ji Koordînasyona Avakirinê ya Rojava bang

Koordînasyona Avakirinê ya Rojava ragihand ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji îro ve di serî de sewalên zindî, tovên genim û kelûpelên înşaetan ji bo her cure alîkariyê bigihînin Kobanê xebat dane destpêkirin.

Koordînasyona Avakirinê ya Rojava diyar kir ku di vê têkoşîna bi rûmet a li ser navê mirovatiyê de ji bo gelên Rojava bi tenê nehêlin ji nû ve avakirina Kobanê ji îro de di serî de sewalên zindî, tovên genim û kelûpelên înşaetan ji bo her cure alîkariyê bigihînin Kobanê xebat dane destpêkirin.

Ji aliyê Koordînasyona Avakirina Rojava ve li Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Wanê Yurdusev Ozsokmenler, endamên Koordînasyona Avakirinê ya Rojava, rêveberên HDP û DBP’ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Berdevkê Koordînasyona Avakirina Rojava Metîn Alma diyar kir ku  ku di vê têkoşîna bi rûmet a li ser navê mirovatiyê de ji bo gelên Rojava bi tenê nehêlin ji nû ve avakirina Kobanê ji îro de di serî de sewalên zindî, tovên genim û kelûpelên înşaetan ji bo her cure alîkariyê bigihînin Kobanê xebat dane destpêkirin.

Alma wiha axivî: “Di vê çarçoveyê de bi wesîleya Cejna Qurbanê jî gelê me qurbanên xwe yên difikire serjê bike, ji bo li Kobanê sewalvanî pêş bikeve bi saxî bibexşîne, ji bo çandinî pêş bikeve tovên genim bibexşîne û dîsa ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hesin, çîmento, brîket û hwd. kelûpelên înşetan bigihîne koordînasyona me jiyanî ye.”

Alma herî dawî got:  “Em bang li tevayî gelê me dikin ku piştgiriyê bidin gelê Rojava. Têkildarî mijarê wê li tevayî navçeyên me Koordînasyona Avakirinê ya Rojava bên avakirin.”

Alma da xuyakirin kesên dixwazin alîkariya madî bikin dikarin alîkariya pêwîst bi rêya van hesaban bikin:

İŞBANKASI Ofis/DİYARBAKIR ŞB : TR96 0006 4000 0018 3030 8933 06 ZİRAAT BANKASI Ofis/DİYARBAKR ŞB: TR73 0001 0011 5070 4108 9850 01