Heyet: Em bi dîmenên weke Kobanê û Gazayê re hatin rû hev

Heyeta li Silopiya ya rastî terora polîsan hat, li malên hatin şewitan û ji ber guleyan kunkunî bûne lêkolîn kir û bi gel re axivî.

Heyeta li Silopiya ya rastî terora polîsan hat, li malên hatin şewitandin û ji ber guleyan kunkunî bûne lêkolîn kiriû bi gel re axivî. Meral Daniş Beştaş a di nav heyetê de cih digire diyar kir ku li hember dîmenên mîna Kobanê û Gazayê ku hatin rû hev ketine nav sawekê û got, "Dîmenên me dîtin xulaseya bê dewlet çawa bi hovîtî nêzî gel dibe nîşan dide. Mafê gel ê xweparastinê heye."

Heyeta ji parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez, Ferhat Encu û Leyla Bîrlîk, endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê Dr. Ramazan Bulbul, Dr. Îbrahîm Halîl Mert, Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Selma Atabey pêk tê ji bo Silopiya ya bû hedefa terora polîsan lêkolîn bike hat navçeyê ji aliyê rêveberên HDP û DBP’ê yên Silopiya ve li avahiya şaredariyê hat pêşwazîkirin. Heyet paşê derbasî Taxa Başak a bi seatan bûyer lê qewimîn bû.

Endamên heyetê li malên ku bûn hedefa gulebaran polîs û wesayîtên zirxî lêkolîn kirin. Endamên heyetê ji welatiyên xaniyên wan şewitîn agahî wergirtin. Heyet paşê ji bo serdana malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane û birîndaran derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê bû. Heyetê destpêkê malbatên li ber deriyê morgê ji bo cenazeyên xizmên xwe bigirin rawestiyan werbigirin hevdîtin pêk anîn, ji malbatan re sersaxî xwest. Heyet paşê ji bo otopsiyê bi dozger re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinan li ser navên endamên heyetê yên hatin ber deriyê morgê Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş diyar kir ku bi dîmenên mîna Kobanê û Gazayê re hatine rû hev û got: "Dewletê li hember gel şer destpê kiriye, ji ber di dîwaran de şopên guleyan li erdê qapsûlên guleyan hene. Li du malan aşkera şewat hatiye derxistin. Dîmenên me dîtin xulaseya bê dewlet çawa bi hovîtî nêzî gel dibe nîşan dide.” 

Beştaş, anî ziman ku tevahiya rojê xwestine xwe bigihînin walî û qeymeqam, lê negihiştine ti rayedaran û wiha dewam kir: "Heta niha jî bi me re neketine nav pêwendiyan. Wer difikirin ku eger bi me re pêwendiyan daneynin wê gel bitirsînın. Em dixwazin li vir bi rêya we bang li rayedaran bikin. Mafê gel ê xweparastinê heye. Îro li Silopiyayê her kes bi hêrs û fikar e.”

Lêkolînên heyetê dewam dikin. Heyet wê sibe tevlî merasîma cenazeyên her sê kesên bi awayekî hovane hatin qetilkirin bibin. Cenaze wê sibe saet 10.00 li goristana li Taxa Kobanê bên veşartin.