Amediyan terora dewletê şermezar kirin

Polîsan li navçeya Sûr a Amedê ji bo xendekan tijî bikin teror li ser gel meşand. Parlamenterên HDP’yî yên terora polîsan şermezar kirin dan zanîn ku polîsan torbeyek tijî gule li gel reşandine.

Polîsan li navçeya Sûr a Amedê ji bo xendekan tijî bikin teror li ser li gel meşand. Parlamenterên HDP’yî yên ku terora polîsan şermezarkirin dan zanîn ku polîsan torbeyek tijî gule li gel reşandine.

Li navçeya Sûrê ya Amedê serê sibê polîsan ji bo xendekên li taxa Lalebey bigirin bi wesayîtên zirxî bi ser tax de girtin û rasterast tax gulebaran kirin. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku ji aliyê dewleta Tirk ve provakasyona li Silopiyê hatî meşandin niha dixwazin li navçeya Surê ya Amedê pêk bînin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan ji bo xendekên li taxa Lalebeyê yên li dijî êrîş û pêkûtiyên polîsan hatibûn kolandin bigirin serê sibê bi wesayîtên zirxî bi ser taxê de girtin û tax dorpêç kirin. Polîsên ku tax bi wesayîtên zirxî dorpêç kir rasterast gule reşandin derdorê. Polîsan ketin û derketina taxê qedexe kir û xendekên li taxê girtin û qalikên vala yên guleyan jî kom kir û ji taxê derketin. Piştî bûyerê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ji bo erîşên polîsan ên li taxa Lalebeyê ya navçeya Surê şermezar bikin daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên HDP'ê yên Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gulten Kişanak, Hevseroka DBP'ê yê Amedê Hafîze Îpek, rêveber û endamên HDP û DBP'ê yên Amedê, Dayikên Aşitiyê, KCD, KJA û Hevşaredarên navçeyan tevlî daxuyanî bûn.

Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku dewleta Tirk li Silopiyê provokasyonek pêk anî û dixwazin niha li vir jî provokasyonê pêk bînin û wiha got: "Gelê me destûr dane ev pêvajo bibe qurbana Qesra Serokomar Erdogan. Em ê her tim li cem gelê xwe bin. Em erîşên li ser gelên me pêktên şermezar dikin."

Parlamenterê HDP'ê ya Amedê Edîp Berk jî anî ziman ku polîs bi hincet welatiyan binçav dikin û wiha got: "Malên welatiyan ji aliyê polîsan ve tên gulebarankirin. Demokrasî ne tenê 4 salan carekê hilbijartin e. Polîs her roj welatiyên me qetil dike. Em tim şopdarê van buyeran bin."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî bilev kir ku li taxê Lalebeyê polîsan serê sibê derdor gulebaran kir û wiha got: "Polîs serê sibê li vir rasterast gulebaran pêk anîn û qalikên guleyên xwe kom kirin û birin. Heke dixwazin aşitî û çareserî pêk bê Îmrali diyar e."

Piştî axaftinê welatî derbasî meclîsa tax a Lalebeyê bûn.