YDG-H û YDG-K: Em biherikin kolanan û xwe biparêzin
YDG-H û YDG-K, li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê banga serhildan û xwe parastinê kirin.
YDG-H û YDG-K, li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê banga serhildan û xwe parastinê kirin.
YDG-H û YDG-K daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji destpêkê ve em bi berpirsyarî û xwînsarî tevgeriyan û me hewl dan hewldanên provokasyonan pûç bikin. Lê tevî bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakurê Kurdistanê operasyonên siyasî yên girtinan hînê dewam dikin."
'DIVÊ BI TI AWAYÎ DESTÛR NEYÊ DAYÎN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kuştinên li Silopiyayê û hat gotin, "Polîsên hikûmeta AKP'ê yên danê sibehê dor li taxa Zapê girtin, gule li gelê me reşandin û du hevalên me şehîd xistin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Pêwîste gelê me ji hêza xwe ya parastinê bawer bike û li hemberî komkujî û girtinan bêdeng nemîne. Pêwîste bi ti awayî destûr neyê dayîn ku dewleta Tirk a mêtînger bikeve nava malên me, kolanên me û taxên me."
'DIVÊ HEMÛ YEKÎNEYÊN ME DAKEVIN QADAN; NOBEDÊ BIGIRIN'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Heta ku hesabê komkujiyê were dayîn weke YDG-H û YDG-K, em ê ji qadan derkevin û qadan azad bikin. Pêwîste hemû yekîneyên me, heta dewlet hesabê bide li qadan bimînin û qadan azad bikin. Eger pêwîstiya demê bi şerê gel ê şoreşgerî hebe, pêşengtiya vê jî wê ciwan bikin. Li ser vê bingehê, em bang li tevahiya ciwanên welatpaêz, şoreşger, demokratîk û sosyalîst dikin ku li ser bingeha xwe parastinê, li hemberî girtinan bi ruhê berwedanê yê Gezî û 6-8'ê Cotmehê yê berxweda Kobanê dakevin qadan, li kolanan nobedê bigirin û li ser bingeha bilindkirina serhildanan têkoşîneke aktîf bimeşînin
Hêza ji şerê gel ê şoreşger re pêşengtiyê bike ciwan e. Heta azadkirina Rêber û gelê xwe em ê xwe biparêzin û qadên xwe biparêzin."