BI DÎMEN

'Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike'

Bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve û destpêkirina konsepteke nû ya şer rastî nerazîbûna rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê hat.

Bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve û destpêkirina konsepteke nû ya şer rastî nerazîbûna rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê hat.

Xwediyê Rojnameya Son Soz a Êlihê û Serokê Komeleya Rojnamevanên Xebatkar ên Êlihê Ercan Atay da xuyakirin ku sedema tekane ya ji holê rakirina pêvajoya aştiyê, xweranegirtina li serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de ye.

Atay diyar kir ku hin derdoran serketina HDP'ê ji bo xwe têkçûn dîtin û ketin nava şerekî qirêj. Atay got, "Gel aştiyê dixwaze, aramiyê dixwaze. Dixwaze ya bi avabûna hikûmetê yan jî piştî hilbijartinên pêşwext ji nû ve muzakere destpê bikin."

Atay destnîşan kir ku divê ji sedî sed tecrîda li Îmraliyê were rakirin û di vî warî de rêxistinên civakî yên sivîl rexne kir, ku dengekî xurt ji wan dernakeve. Atay xwest, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan her kes bikevin nava tevgerê.

Xwediyê Rojnameya Batman Haber Ferhat Malgir jî da xuyakirin ku Serokkomar Erdogan ê ku mutabaqata Dolmabahçeyê înkar kir, sînyala bidawîkirina pêvajoya çareseriyê da û anî ziman ku ji bo dengên neteweperestan biherikin ji AKP'ê re, ev gotinên pêvajoya hilbijartinê dihatin bilevkirin, niha bi cih tên anîn.

Malgir da xuyakirin ku divê AKP êdî dest ji polîtîkaya xwe ya xwe dispêre encamên hilbijartinê berde û got, "Eger hurmeta we ji sindoqê, ji hilbijartinê heye, wê demê pêvajoya çareseriyê ji cihê hatiye sekinandin, dewam bikin."

Malgir da zanîn ku berpirsyariyên wijdanî yên rojnamevanan heye û got, "Wezîfeya dikeve ser milê me, bilêvkirina aştiyê ye, ragihandina daxwazên gel ji saziyên siyasetê re ye. Li gorî min, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û avakirina heyetekê, berpirsyariyên mezin dikevin ser milê AKP û HDP'ê."

Xwediyê Rojnameya Batman Yok û Midûrê Karên Nivîsê Ferît Tûnç diyar kir ku yê herî zêde aştiyê bilêv dike û dixwaze rijandina xwînê bisekine gelê Kurd e û destnîşan kir, ku divê pêvajo ji nû ve destpê bike, ji bo vê jî beriya her tiştî diyalog bi Ocalan re bê danîn.

Tûnç anî ziman ku ji nû ve destpêkirina muzakereyê daxwaza gel e, daxwaza wan hebûyane û got, "Dema mirov li desthilatdarên beriya niha binêrin, tê dîtin ku yên Kurd winda kirin, ji desthilatdariyê ketin. Di hilbijartinên dawî de me ev yek di AKP'ê de dîtin. Gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' ya di hilbijartinên dawî de û hin gotinên din ên radîkal, AKP ji desthilatdariya yek partiyê xistiye. Eger AKP dixwaze ji nû ve bibe desthilatdar, divê daxwazên Kurdan li ber çavan bigire û pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin."

...